01:34 26 Gulan 2018
Sûriye

Rûsya: Pergaleke nû ya parastin di demeke nêz de bo Sûriyeyê tê şandin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Birêveberiya Operasyonên Sereke ya Heyeta Sererkanên Giştî yê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Sergey Rudskoy îro çarşemê got ku "Rûsya dê pergala parastina hewayî ya nû di demeke gelekî nêz de bişîne Sûriyeyê.

Rudskoy di axiftina xwe de got, "pisporên rûs dê li ser pwerdekirina leşkerên sûrî berdewam bin û herwiha dê alîkariyê bidin wan da ku pergalên parastina hewayî ya nû jî bi pêş de bixin û ev pergal di demeke gelekî nêz de werin şandin."

Aliyê rûs piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya 14ê Nîsanê li ser Sûriyeyê ragihandibû ku ihtimal heye, pergala parastina hewayî ya S-300ê bişînin Sûriyeyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî roja duşemê ragihandibû ku hîn biryara dawî nehatiye dan.

 

Bi heman mijarî:

Dîplomatên rûs û tirk li Enqereyê ji bo Sûriyeyê li hev kom bûn
Noqava îngilîz xwest êrîşê Sûriyeyê bike lê noqavên Rûsyayê ew asteng kir
Plana nû ya Trump bo Sûriyeyê
Sûriyeyê ji bo şandina hêzên erebî bersiva Amerîkayê da
Pûtîn û Nazarbayev êrişî li hemberî Sûriyeyê şermezar kirin
Etîketan:
pergala S-300, Sergey Rudskoy, Fransa, Brîtanya, Amerîka, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de