18:07 21 Gulan 2018
    OPCW

    Rûsya: OPCWê piştrast kir ku çekên kimyewî li wan depoyên li Sûriyeyê nehatine dîtin

    © AFP 2018 / BAS CZERWINSKI / ANP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Serfermandariya Rûsyayê ragihand ku, Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) piştrast kir ku li navenda lêkolînê ya Barzayê ku Amerîka û hevalbendê wê bi hinceta li wir çekên kimyewî heye û bi vê hincetê êrişî Sûriyeyê kirin, çekên kimyewî nehatiye depokirin

    Rayedarê Serfermandariya Rûsyayê Sergey Rûdskoy diyar kir ku li navenda lêkolînê ya Brzayê ku Amerîka û hevalbendên xwe bi hinceta çekên kimyewî lê heye di 14ê Nîsanê de êriş kirin, heta sala 2013an ji bo pêşxistina madeyênparastina ji êrişên çekên kimyewî dihat bikaranîn.

    Rûdskoy da zanîn ku şandeya OPCWê di sala 2017an de serdana wî navenda lêkolînê kirine û piştrast kirin ku çekên kimyewî li wir tine ye.

    Herwiha Rûdskoy da zanîn ku piştî êrişa Amerîkayê li dijî Sûriyeyê, Rûsya dê pergala parastina hewayî ya nû bişîne Sûriyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Pergaleke nû ya parastin di demeke nêz de bo Sûriyeyê tê şandin
    Rûsya dest bi hilberîna S-400an ên Tirkiyeyê kir
    Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin
    Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
    Rûsya: Em amade ne ji bo Sûriyê bi Amerîkayê re bikevin dîyalogê
    Rûsya, hin navnîşanên IP yên Google asteng kirin
    Etîketan:
    lêkolîn, kimyewî, êriş, Sergey Rûdskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de