16:46 20 Gulan 2018
    Pergala parastina hewayî S-400

    Rûsya dest bi hilberîna S-400an ên Tirkiyeyê kir

    © Sputnik / Paul GYPTEAU
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokê şîrketa Rosoboroneksportê ya Rûsyayê Aleksandr Miheyev daxuyand ku dest bi hilberîna S-400an yên ku wê radestî Tirkiyeyê bikin kirin e.

    Serokê şîrketa Rosoboroneksportê Aleksandr Miheyevê ku ji Sputnikê re axivî eşkere kir ku dest bi hilberîna S-400an kirine lê sewqîyeta pergalê niha dest pê nekiriye.

    Miheyev: "Hilberîn dest pê kir, lê di vê çarçoveyê de hin pêvajoyên hilberînê û hin merhaleyên firotinê hen e. Em ê berpirsyariyên xwe bi cih binîn."

    Serokê şîrketa Rostehê Sergey Çemezov beriya niha eşkere kiribû ku Tirkiye bi bihayê 2,5 mîlyar dolarî ve ji Rûsyayê dê 4 bataryayên pergala parastina moşekan S-400an werbigre.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de