17:09 24 Gulan 2018
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Hin welat biryarên KENYê paşguh dikin û piştgiriyê didin terorîstan

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyand ku hin welat çav ji biryarên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re digrin û bi bikaranîna hêza leşkeri piştgiriya terorîstan dikin, em wek dewleta Rûsyayê bi hevalbendê xwe yên navdewletî re ji bo hevkarî û çareseriyê amadene.

    Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna 9em a Nûnerên Bilind yên Ewlehiya Navneteweyî de axivî: "Hin endamên civaka navdewletî biryarên wek gerdûnî hatine nasîn û prensîbên hiqûqê yên navneteweyî binpe dikin. Çav ji biryarên Konseya Ewlehiya NY re digrin û bi hêza xwe ya lekşkerî piştgiriya terorîstan dikin. Herwiha ji bo çareseriya mijaran ji muzakereyan direvin."

    Pûtîn da zanîn ku ev rewş dibe sedema bêîstîqrariya siyasî û civakî, tevgera wan welatan piştgiriyê dide terorîstan.

    Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn eşkere kir ku em wek dewleta Rûsyayê bi hevalbendê xwe yên navdewletî re ji bo hevkarî û çareseriyê amadene.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji Macronî re: Bi êrîşa li ser Sûriyeyê, hiqûqa navdewletî hat binpêkirin
    Lavrov ji Spûtnîkê re got: Pûtîn û Trump nahêlin di nava herdu welatan de şer derkeve
    Pûtîn û Nazarbayev êrişî li hemberî Sûriyeyê şermezar kirin
    Pûtîn ji bo Merkelê: Êrîşa Amerîka û hevalbendên wê li dijî hiqûqa navdewletî ye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de