17:00 26 Gulan 2018
Moşekên S-300

Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn

© Sputnik / Igor Russak
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Parastinê ya beşê jêrîn ê parlamentoya Rûsyayê, Dûmayê, Vladîmîr Şamanovî got ku berî biryara şandin an jî neşandina pergala moşekî ya S-300 bo Sûriyeyê bê dayîn, divê fikira welatên garantor ên pêvajoya Astanayê were pirsîn.

Şamanovî di hevpeyvîna xwe ya li ge ajansa nûçeyan a Rûsî de got, eger S-300 bo Sûriyeyê were şandin, ev pergala parastina hewayî dê bikare li himberî êrîşên balafirên şerî ji bilindahiya 10 hezar metreyî ve welatî biparêze.

Parlamenterê rûs got, "ji ber vê sedemê, eger welatên granator Rûsya, Tirkiye û Îran di vê mijarê de biryarê bidin, dê tiştekî mentiqî ve ku pergalên S-300 bidin Sûriyeyê".

Herwiha Şamanovî diyar kir, eger serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê biryarê bidin dê pîşesaziya hilberandina leşkerî ya Rûsyayê destûra şandina moşekên S-300ê bide.

Ihtinala şandina S-300ê bo Sûriyeyê, piştî êrîşa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya 14ê Nîsanê li ser Sûriyeyê dest pê kiribû ku ew êrîş bi behaneya bikaranîna çekên kîmyewî pêk anîbû. Rûsyayê ew êrîş bi tundî şermezar kiribû.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû ku piştî wê êrîşê, êdî ti berpirsyariyeke exlaqî nemaye kupergala S-300 neşînin Sûriyeyê.

Rojnameya Kommersantê di hejmara xwe ya duh de îdîa kiribû ku şandina pergala S-300ê dê di çarçoveya alîkariya leşkerî de bo Sûriyeyê were şandin bê ku pereyên wê werin stendin.

Bi heman mijarî:

Endamên PEyê êrîşa dijî Sûriyeyê û piştgiriya Fransayê protesto kirin
Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
Li pêş Parlamentoya Brîtanyayê êrîşa li hemberî Sûriyeyê hat protestokirin
Şêwirmenda Esad: Pergala parastina Sûriyeyê ji moşekên Trump biaqiltir in
Sûriyeyê ji bo şandina hêzên erebî bersiva Amerîkayê da
Etîketan:
S-300, Sergey Lavrov, rûsya, Rûsya, Îran, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de