06:47 26 Gulan 2018
Yekîtiya Aboriyê ya Ewrasyayê

Îran tev li Yekîtiya Aboriyê ya Ewrasyayê ya bi pêşengiya Rûsyayê dibe

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev pêşnûmaya peymaneke demkî pesend kir ku pêşbîniya damezirandina herêmeke bazriganiyê ya serbest di navbera Îran û Yekîtiya Aboriyê ya Ewrasyayê(YAE) dike. Ev herêma navbera YAEyê ya Rûsya pêşengiya wê dike û Îran dê bo çar salan be.

Hikûmeta Rûsyayê di malpera xwe ya fermî de pêşnûmaya peymanê weşand ku li gorî wê derfet çêdibe ku herêmeke bazirganiyê ya serbest di navnera Îran û YAEyê de ji bo hinek berhemên taybet were damezirandin û eger rêbazên ji yên hiqûqa Rûsyayê cuda jî bin, dê girêdayî pesendkirinê.

Hevserokê Komisyona Nav-hikûmetan a Rûsya û Îranê Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak diyar kir ku ev dê bazriganiya dualî bi pêş de bixe û dê hevkariya veberhênanan zêde bike.

Civînên ji bo damezirandina herêma Bazriganiya serbest berî sê salan di navbera Îran û Rûsyayê de dest pê kiribû lê çend caran rawestiyabû.

Heta niha Rûsya, Kazaxistan, Belarûs, Kirgizistan û Ermenistan endamên YAEyê ne.

Bi heman mijarî:

Yadlin: Êrişa me ya balafirxaneyê peyamek bo Îranê ye
Rûhanî: Bersiva Îranê wê gelekî giran be
Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
Îranê îdama aktîvîstê siyasî pesend kir
Netanyahu bersiva Îranê da: Me test nekin
Etîketan:
Yekîtiya Aboriyê ya Ewrasyayê, Dmitriy Medvedev, Belarûs, Kirgizistan, Ermenistan, Îran, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de