16:43 20 Gulan 2018
    Donald Trump û Angela Merkel

    ‘Ez ê Trump û Merkel bixim zindanê'

    © AFP 2018 / John MACDOUGALL, Jim WATSON
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê Çeçenistanê Remezan Qadîrov ragihand ku bersiva meyîdeyên Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û hin welatên Rojava da ne û eger ew kes biçin Çeçenistanê dê werin destserkirin.

    Qadîrov ji televîzyona Rossiya 24ê re axivî û got: "Me ji zû ve mueyîde ji bo Trump, Merkel û hin kesên din anî. Eger ew bên Çeçenistanê em ê wan desteser bikin û bixin zindanê. Eger li vir hesabên wan ê bankayê hebin dê bi lezgîn werin girtin."

    Di civîna wezîrên karên derve yên welatên G7ê ya li bajarê Toronto ya Kanadayê hatibû ragihandin ku dibe mueyîdeyên li ser Rûsyayê were zêdekirin.

    Bi heman mijarî:

    Qadîrov: Amerîka ‘hespa Troy' ji Îranê re amade dike
    Qadîrov: Amerîka durûtiyê dike
    Qadîrov: Em li benda terorîstên ku şandine Çeçenistanê ne
    Qadîrov: Dewletên rojavayî ji bo Rûsyayê têk bibin her tişt kirin
    Etîketan:
    zindan, televîzyona Rossiya 24ê, Remezan Qadîrov, Donald Trump, Çeçenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de