04:29 28 Gulan 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Niyeta Amerîkayê tine ku ji Sûriyeyê vekişe

© Sputnik / Maksim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî got, li gel ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî gotibû ku dê ji Sûriyeyê vekişin jî, Amerîka bi awayekî çalak bicîbûna xwe ya li rojhilatê Çemê Firatê berdewam dike û niyeta wê tine ku vekişe.

Lavrov di çarçoveya civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê(RHŞ) ya li Pekîna paytextê Çînê bi rê ve diçe de bi rojnamegeran re axift û teqez kir ku dem ji jinûveavakirina Sûriyeyê re pêwîst e û divê rêz li berjewendiyên gelê Sûriyeyê û yekîtiya axa wê re were girtin û di wê çarçoveyê de xebat were kirin.

Herwiha Lavrovî diyar kir ku gelek welat ji qestî ve ji bo perçekirina Sûriyeyê dixebitin û wiha dewam kir: "Amerîkayê soz dan ku tekane armanca wê şandina terorîstan ji Sûriyeyê û têkbirina DAIŞê ye. Lê li gel van îdîayan û îdîayên Serokê Amerîkayê Donald Trumpî jî, hîn li ser bicîbûna li rojhilatê Firatê berdewam in û niyeta wan tine ku ji wî welatî vekişin."

Herwiha Lavrovî di berdewamiya axiftina xwe de got ku Amerîkayê li herêmên di kontrola xwe de birêvberiyên herêmî damezirandine.

"MACRON CESARETÊ DIDE AMERÎKAYÊ DA KU LI SÛRIYEYÊ BIMÎNE"

Lavrovî di daxuyaniyên xwe de got, "Di vê navberê de, yê cesaretê dide wan da ku li Sûriyeyê bimînin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron e. Berî demekê gotibû ku divê Amerîka ji Efxanistanê venekişe û hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike li Sûriyeyê bimîne heta pergalek were ku welatên rojavayî wê pesend dikin."

Ev daxuyaniyên Lavrovî piştî wan daxuyaniyên Trumpî hatin ku gotibû, "em ê di demeke kurt de ji Sûriyeyê vekişin."

Bi heman mijarî:

Tirkiyê li Enqerê destûra protestokirina Amerîkayê neda
Amerîkayê derbarê êrişa li dijî Sûriyeyê hin welatan haydar kir
Li Amerîkayê dîmenên li ser encamên êrîşên li hemberî Sûriyeyê hatin weşandin
'Amerîkayê di êrîşê de li navendeke hilberandina dermanên kanserê xist'
Puşkov: Nabe ku Amerîkayê lêxisitna leşkerên rûsî danîbe ser maseyê
Etîketan:
Donald Trump, Emmanuel Macron, sergey lavrov, Pekîn, Çîn, Fransa, Amerîka, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de