16:45 20 Gulan 2018
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov

    Rûsya: Em amade ne ji bo Sûriyê bi Amerîkayê re bikevin dîyalogê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov ragihand ku danûstandina wezaretên berevaniyê yên Rûsya û Amerîkayê berdewam e û diyar kir, ew amade ne ji bo mijara Sûriyeyê bi Washingtonê re dest bi diyalogê bikin.

    Bogdanov di civîna rojnamevanî de got, "Danûstandinên derbarê rêgiriya şer bi giştî di navbera wezaretên me yên berevaniyê de berdewam dikin. Helbet em ji diyalogê û danûstandinê re amade ne."

    Rayedarê rûsî destnîşan kir ku pêwîst e dîyalog li ser bingeha biryarên 2254 û 2401 ên Neteweyên Yekbûyî (NY) be û wiha pê de çû:

    "Helbet ji bo serxwebûn û yekparçeyiya axa Sûriyeyê pêwîstî pê heye ku ew biryar bi awayekî zelal werin bicihanîn û bi awayekî hevbeş ji aliyê her kesî ve werin pesendkirin. Em di vê mijarê de amade ne hevkariyê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Kanadayê wesayîtekê bê serî ajot ser sivîlan: 10 kes mirin
    ‘Artêşa tirk nahêle termên bi dehan Efrîniyan werin definkirin’
    'Divê ti lekeyek li roja bîranîna qurbaniyên qira ermenan nekeve'
    Tirkiyê ji bo Salih Muslim şermezarî da Konseya Ewropayê
    Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
    Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    Etîketan:
    amerîka, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de