22:38 22 Gulan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Dewletên piştgirî dan êrîşa li Sûriyeyê, hatin neçarkirin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ragihand ku ew dewlêtên piştgirî dabû êrîşên li ser Sûriyeyê hatibûn neçarkirin, ji ber ew dizanin ku di çareserkirina yek ji xetertirîn qeyranên navdewletî, ev metod nayê qebûlkirin.

    Lavrov di serdana xwe ya Pekinê de civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, "heta ew welatên ku neçar man, gotina piştgirî û têgihiştina bo vê helmeta nemeşrû bibêjin ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê pêk anîbû, hatibûn neçarkirin. Ji ber piraniya wan dizanin ku ev metod ji bo çareserkirina yek ji xetertirîn qeyranên navdewletî nayê qebûlkirin."

    Li gorî Lavrovî, ew êrîş hewldanek bû da ku vekolîna pisporên çekên kîmyewî xera bikin û geşedanên erênî yên çareseriya Sûriyeyê rawestînin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne
    Lavrov: Îngilîz li hemû dinyayê digerin û daxwaza dersînorkirina dîplomatên rûsî dikin
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Sûriye, Brîtanya, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de