11:14 24 Gulan 2018
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Şandeya OPCWê diçe Dûmayê

    © Sputnik / Yevgeniy Odinokov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku şandeya Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) ji bo lêkolîna îdiayên çekên kimyewî ber bi navçeya Dûmayê bi rê ket.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ya niviskî de 11 rojan piştî vexwendina hikûmeya Sûriyeyê çûna şandeya OPCWê ji bo Dûmayê rexne kir.

    Zaxarova got, li cihê ku nîqaşên li ser îdiayên êrîşa kîmyewî ya 7ê Nîsanê ew qas mezin bûne û him artêşa Sûriyeyê him jî leşkerên rûsî soza parastina şandeya OPCWê daye, dernegketina vê serdanê nayê qebûlkirin.

    Herwisa Zaxarova destnîşan kir ku ew dipên şandeya OPCWê tiştên li Dûmayê qewimîne bi awayekî objektîg bikolîne û tavilê raporeke bêalî amade bike.

    Hêjayî gotinê ye ku hatibû îdiakirin artêşa Sûriyeyê li navçeya Dûmayê êrîşa kîmyewî pêk aniye û Amerîka, Brîtanya û Fransayê li ser van îdiayên êrîşa hewayî li hemberî hikûmeta Sûriyeyê li dar xistibû.

    Rûsya û Sûriye wan îdiayên êrîşa kîmyewî red dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyeyê hevsenga hêzê
    Lavrov: Hewldanên parçekirina Sûriyeyê nayê qebûlkirin
    Artêşa Sûriyeyê li Dumeyrê moşekên çêkirina Amerîkayê dîtin
    Fransa: Plana me ya destwerdaneke leşkerî li Sûriyeyê tine
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de