20:59 22 Gulan 2018
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Em ji ber biryara Koreya Bakur a ji bo rawestandina ceribandinên moşekan kêfxweş in

    © AFP 2018 / JOEL SAGET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, em ji ber biryara Koreya Bakur a ji bo rawestandina ceribandinên moşek û çekên kîmyewî bi kêfxweş in.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyeke niviskî da û got, beriya hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, em vê biryara ji bo rawestandina ceribandinên moşek û çekên nukleerî kêfxweş in, ku ev yek wê ji bo kêmkirina aloziyê li nîvgrava Koreyê bibe gaveke girîng.

    'BILA AMERÎKA Û KOREYA BAŞÛR JÎ GAVAN BIAVÊJIN'

    Wezaretaê bang li Amerîka û Koreya Başûr jî kir ku li hemberî vê biryara Pyong-yangê çalakiyên xwe yên leşkerî kêm bikin û ev tişt gotin:

    'MOSKOW KÊFXWEŞ E'

    "Moskow kêfxweş e ku pêvajoya li Nîvgrava Koreyê wekî di nexşerêya Rûsya û Çînê de tê daxwazkirin, li ser rêya kêmkirina çalakiyên leşkerî û pêkhatina diyaloga rasterast a di navbera Amerîka û Çînê de dimeşe."

    Ajansa fermî ya Koreya Bakur daxuyandibû ku serokê Koreya Bakur biryar daye ku ji îro şûnve ceribandinên moşek û çekên nukleerî rawestîne.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Biryara Koreya Bakur pêşketineke mezin e
    Koreya Bakur biryar da ku ceribandinên moşekan rawestîne
    Dîrektorê CIAyê Pompeo li Koreya Bakur bi Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
    ‘Mike Pompeo bi Serokê Koreya Bakur Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
    Jina ciwan Aleksandra Hohlova di Çemê Dvînaya Bakur de kaptaniyê dike
    Etîketan:
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de