22:39 22 Gulan 2018
    Kerxaneya pitika sîlîkon li Fransayê

    Li Rûsyayê kerxaneya robotên seksê vedibe

    © AFP 2018 / JOEL SAGET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Moskowê yê Rûsyayê otela yekem a robotên seksê vedibe. Di otelê de kerxaneya fermî ya yekem wê cih bigire.

    Tê payîn ku di dawiya vê mehê de li Moskowê oteleke bi navê Dolls Hotel vebe û tê de wê kerxaneyeke bi navê LumiDolls cih bigire.

    Hat diyarkirin ku di otelê de ji bo seksê wê robotên seksê werin bikaranîn û li gorî nivîseke kovara Incê ya rûsî her saeteke odeyên otelê wê di navbera 1500-2500 rûbleyên rûsî de bin.

    Ger robota seksê were kirêkirin, bihayê wê dibe heta 5 hezar rûbleyan derkeve.

    DÊ JI BO MALAN WERIN SERWÎSKIRIN

    Li gorî nûçeyê robotên seksê wê xwediyê zekaya sûnî, pergalên germahiya laş û mekanîzmayên lerzokî bin.

    Rayedarekî şîrketa vê otelê ji bo kovara Incê got, ew plan dikin lig elek deverên Rûsyayê û welatên sovyeta kevn otelên wisa vekin û anî ziman ku ew ê robotên seksê bibin malan jî.

    LI EWROPAYÊ ZÊDE NE

    Ev kerxaneya robotên seksê her çiqas li Rûsyayê yekem be jî, li welatên Ewropayê yên wekî Brîtanya, Îspanya, Almanya, Hollanda û Avusturyayê hejmara wan zêde ye.

    Bi heman mijarî:

    Lîstikvana rêzefîlman ji ber 'terîqeta seksê' hat binçavkirin
    Modela rûs a ku ‘perwerda seksê' dida teklîf kir ku bi şertê berdanê ‘sirrên dewletê' bide
    Ji şîrketek hollandayî sepana seksê
    Etîketan:
    Kerxaneya robotên seksê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de