17:04 26 Gulan 2018
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: Amerîka û hevpeymanên wê Cenevre bombebaran kirin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Amerîka û hevpeymanên wê bi hinceta ku êrişa kîmyewî hatiye kirin Sûriyê bombebarankirin lê bi vê bombebaranê re gotûbêjên Cenevreyê yê ji bo bi dawîkirina şerê Sûriyê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) dihat kirin jî hat bombebarankirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov li Moskowayê piştî hevdîtina xwe ya bi Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura re civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Lavrov di civînê de Amerîka, Brîtanya û Fransaya ku 14ê Nîsanê bi hinceta bikaranîna çekên kîmyewî Sûriyê bombebaran kirin bi tundî rexne kirin.

Lavrov got "Piştî Zîrweya sêalî ya 4ê Nîsanê li Enqerê em weke Rûsya, Tirkiye û Îranê, ji bo destpêkirina gotûbêjên rasteqînê li Cenevreyê gelek nêzîk bûn."

Wezîrê rûsî wan welatên (Amerîka, Brîtanya û Fransa) ku ji ber vê dedemê navê wan bilêv nakim ne tenê Sûriyê heherwiha gotûbêjên Cenevreyê jî bombebarankirin.

De Mistura ya ku li Moskowê ji bilî Lavrovî bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re jî hevdîtinek pêk anî. De Mistura jî got, piştî êrişa Amerîka û hevpeymanên wê ya li dijî Sûriyê armanca sereke a NYyê ‘kêmkirina ragêşiyê ye'

De Mistura ev nirxandin kir: Tevî rûdanên heftiya bihûrî, ku hêj bûyereke gelek teze ye, ez xweşhal im ku Rûsya hêj bi awayejkî surt pabendî prosesa çareseriya siyasî ya li Sûriyê ye. Pêwist e em vê îdiaya bikaranîna çekên kîmyeî li paş bihêli. Lewra divê em cardin vegerin ser mijarên bingehîn (prosesa siyasî) ku demekê em li ser hûr nedibûn.

Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi hinceta ky artêşê li Dûmayê çekên kîmyewî bikaranîne li dijî hejmarek baregehên Sûriyê êrişên esmanî lidar xistibûn.

Ji aliyê din ve Rûsya diparêze ku biakranîn çekên kîmyewî li Sûriyê mîzansen e. Lewra daxuyaniyên çavdêr û bijîşkên li Dûmayê wê tezê piştrast dike ku çekên kîmyewî li Dûmayê nehatine bikaranîn.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Hewldanên parçekirina Sûriyeyê nayê qebûlkirin
Lavrov ji bo S-400ê daxuyaniyek da: Şantajê li Tirkiyeyê dikin
Lavrov ji Spûtnîkê re got: Pûtîn û Trump nahêlin di nava herdu welatan de şer derkeve
Lavrov ji bo êrîşa li dijî misyona NY got: Hinek agahî dane milîtanan
Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e
Lavrov: Îdiayên ku li Dûmayê em guhertinan pêk tînin ne rast in
Etîketan:
çareseriya siyasî, Gotûbêjên Cenevreyê, Çareseriya Pirsa Sûriyê, Civîn, Staffan de Mistura, Sergey Lavrov, Cenevre, Ewropa, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de