17:44 23 Gulan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Hewldanên parçekirina Sûriyeyê nayê qebûlkirin

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, nayên qebûlkirin ku Sûriye were parçekirin û hêzeke leşkerî ya biyanî bi awayekî mayînde li vir dimîne. Lavrov ji Amerîkayê xwest ku derbarê îdiayên xwe yên Dûmayê de delîlan pêşkeş bike.

    Sergey Lavrov li Moskowê bi Wezîrê Karên Derve yê Avusturyayê Karin Kneissi re kom bû û paşê civîneke çapemeniyê li dar xist. Lavrov di civînê de diyar kir ku ew dibînin hewldanên ji bo parçekirina Sûriyeyê hene û destnîşan kir ku herwisa xebatên ji bo pêkanîna hêzeke mayînde tên kirin û ev nayên qebûlkirin û bi peymanên hatine danîn re dikevin nav nakokiyê.

    Lavrov ev tişt gotin, "Li gorî biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî divê yekbûna axa Sûriyeyê were parastin û pêvajoyeke ku sûriyeyê karibin bêyî destwerdana ji derve de pêşeroja xwe tayîn bike, were destpêkirin."

    ‘BILA AMERÎKA DELÎLAN NÎŞAN BIDE'

    Lavrov bersiv da îdiaya Amerîkayê ya ku tê de digot, Rûsya û Sûriyeyê destûr neda heyeta Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) ku biçe Dûmayê. Sergey Lavrov got, "Amerîka diparêze ku li ser astengkirina heyeta OPCWê ji aliyê Rûsya û Sûriyeyê delîl hene. Wê gavê bila wan delîlan nîşan bide."

    Lavrov bi bîr xist ku Rûsyayê li ser îdiayên êrîşa kîmyewî delîl pêşkeş kirine û bal kişand ser ku welatên hevkar jî tenê daxuyaniyan didin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê li Dumeyrê moşekên çêkirina Amerîkayê dîtin
    Ryabkov: Em nizanin ka yekpariya Sûriyeyê dê çawa were parastin
    Fransa: Plana me ya destwerdaneke leşkerî li Sûriyeyê tine
    Iraqê helwesta xwe ji şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê eşkere kir
    Çavkaniyeke leşkerî: Sûriyeyê du moşekên amerîkî yên neteqiyayî radestî Rûsyayê kirin
    Rûsya û NATO li ser mijara Sûriyeyê dicivin
    Etîketan:
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de