22:30 22 Gulan 2018
    Mîxferên Spî

    Sextekariyên Xûzeyên Spî yên li Sûriyê

    © AFP 2018 / AMER ALMOHIBANY
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xûzeyên Spî li Dûmayê vîdeoyekê di derbarê bikaranîna çekên kîmyevî de kişandibûn û bi vê vîdeoyê bibûn sedema operasyona Sûriyê. Sextekariyên Xûseyên Spî yên ku li Sûriyê kirine ne gelek in.

    Saziya Xûzeyên Spî ku wek saziyeke alîkariyê tê nasîn û bi vê mebestê gelek welatên rojava jî piştgiriyê didin wan, diyar bû ku têkiliyên wan bi rêxistinên terorîst re hene. Welatên rojava wan wek amûrekê provakasyonê bi kar tîne.

    Vîdeoya herî dawîyê parvekirin û pê îdia kirin kuı rejim çekên kîmyevî bijkar tîne ne rast derket. Lewra lawikê bi navê Hesen Diab ku di vîdeoyê de dixwîye got ku: Ew vîdeo mîzahsen bû û rastiya wê tune ye. Di derbarê heman vîdeoyê bavê Hesen jî anî ziman ku ew vîdeo rastiyê nade nîşan.

    Serokê saziya Têkoşîna Mafê Mirovan ya Sûriyê Ahmed Kazım destnîşan kir ku " ew vîdeo ya ku li Dûmayê hatiye kişandin ji aliyê Ceyş-ul Îslamê ve hatiye pilankirin û ji aliyê Xûzeyên Spî ve jî hatiye kişandin."

    Ahmed Kazım di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku: Di nav koma Xûzeyên Spî de ji îstixbarata Îsraîl,Tirkiye û Amerîkayê şexis hene. Di destê me de di derbarê ku ji aliyê Eresbistana Siûdî ve tên fînansekirin belge hene.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên ji Xûtaya Rojhilat derketin wê li Bakûrê Sûriyê çi bikin?
    Li Xûtaya Rojhilat atolyeya milîtanan ya çekên kîmyevî hat dîtin
    Artêşa Sûriyê li Xûtaya Rojhilat labaratowarekê çekên kîmyevî derxist holê
    Artêşa Sûriyeyê kontrola Xûtaya Rojhilat bi dest xist
    Etîketan:
    dûma, xûzeyên spî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de