11:58 23 Gulan 2018
    Aeroflot / Airbus A330

    Rûsya: Amerîka zehmetiyan derdixe, dibe geştên hewayî navbera me û Amerîkayê de rawestin

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir, eger 'dorpêça vîzeyan' a Washingtonê li ser welatiyên rûs berdewam bike, divê ku geştên hewayî navbera herdu welatan de bigihêje cihekî ku bi temamî bisekine. Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî diyar kir ku rewş cihê nîgeraniyê ye."

    Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku "ihtimala ku geştên hewayî yên rastetrast di navbera herdu welatan de dûr nabînin. Dibe ku tekane şrketa ku rasretrast geştan di navbera Rûsya û Amerîkayê de pêk tîne, Aeroflot neçar bimîne ku geştên xwe rawestîne. Nexasim ku pîlotên şirketê di mijara stendina vîzeya Amerîkayê re rastî zehmetiyan tên".

    "SERÎLÊDANA VÎZEYÊ BÊWATE BÛYE"

    Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku Moskow li xebata kêmkirina hejmara vîzeyên ku didin welatiyê Rûsyayê ji ber sedema kêmbûna personelê li konsulxaneyên wê ecêb dimîne û wiha hat gotin: "Tebaxa 2017an Amerîkayê dema payîna bo jivana vîzeyê derxistibû lê di vê dema dawî ew dem kir 250 roj. Ev jî tê wateya 8 mehan. Anku mirov dikare bibêje ku serîlêdana vîzeyê bêwate bûye."

    "WASHINGTIN DITIRSE RÛS ÇAVÊN AMERÎKIYAN VEKIN"

    Herwiha di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin: "Washington ji qestî ve ablûkaya vîzeyê disepîne. Ev metodeke din a fişarê ye li himberî Moskowê. Ji ber polîtîkaya navdewletî ya serbixwe ya Rûsyayê, welatên rûs bi zanebûn dibin armanc. Ev tişt jî bi giştî serdanên bi armancên zanistî û çandeyî û serdanên heval û malbatan jî dixe xeterê. Rayedarên amerîkî ditirsin ku welatiyên rûs di serdanên xwe de çavên amerikiyan vekin û nîşanî wan bidin bê propogandaya li dijî Rûsyayê çiqasî absurd in. Lewra bi zanebûn pêwendiyên herdu gelan tên astengkirin."

    Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku Amerîka sedema dirêjbûna dana vîzeyan bi dersînorkirina dîplomatên rûs rave dike û teqez kir ku geşedanan nîşan da ku ev gav neheq bû.

    KREMLIN: BERPRISYARÎ YA AMERÎKAYÊ YE

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî ji rojnamevanan re diyar kir ku ew jî wek Wezareta Derve ya Rûsyayê di mijara dana vîzeyan bo pîlotên rûs de difikirin.

    Peskovî got, "ev zehmetî bi zanebûn tên çêkirin. Berpirsyariya vê jî bi temamî ya hevkarên me yên amerîkî ye."

    Şirketa rûs ya geştên hewayî Aeroflotê berî niha jî ragihandibû ku pîlotên wan zehmetiyê di girtina vîzeyan de dibînin.

    Washingtonê di jehrîbûna Ajanê rûs Sergey Skripal û qîza wî Yûliyayê de piştgirî dabû îdîayên tawanbarkirina Moskowê û 60 dîplomatên rûs dersînor kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ASA: Piştî êrîşa muhtemel a Amerîkayê, em ê dest bi êrîşan bikin
    Stratfor: Hedefên Amerîkayê yên li Sûriyê ragihand
    ‘Li Amerîkayê ekîbeke ku ji 500 kesên bikêrhatî pêk tê ji bo Îranê têk bibin dixebitin'
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Kremlin: Rûsya ji nêzîk ve daxuyaniyên Amerîkayê dişopîne
    Medvedev: Ji bo şirketên ku ji mueyîdeyên Amerîkayê bandorgirtî dê dewlet alîkariyan bike
    Etîketan:
    Sergey Skripal, Dmitriy Peskov, Washington, Moskow, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de