16:36 20 Gulan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov ji bo êrîşa li dijî misyona NY got: Hinek agahî dane milîtanan

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hinekan berê agahî dane milîtanan ku misyona ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê serdana navçeya Dûmayê bike.

    Lavrov got, "Gava misyon hêj li vê herêmê bû, ji taxa ku milîtan lê hebûn gule hatin berdan. Diyar e ku milîtanan ji berê de agahî girtine ku dê kî û ji bo çi werin vê herêmê."

    Wezîrê rûsî anî ziman ku piştî çûna misyona NY, 'hinek aktoran' xwestin xebata pisporên Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPW) asteng bikin û got, ji ber provokasyonên milîtanan ve pisporan nikarîbûn di dema xwe de biçin cihê ku tê îdiakirin cihê êrîşa kîmyewî ye.

    Lavrov ev tişt lê zêde kirin, "Pispor ji ber êrîşê di dema xwe de derneketin. Hinek ji bo çûna pisporan gelekî ne ji dil bûn."

    Bi heman mijarî:

    Bavê zarokê di 'êrîşa kîmyewî ya Dûmayê de': Êrîşa kîmyewî çênebûye, kurê min baş e
    Rûsya: Konteynerên tijî klor û bombeyên mijê li Dûmayê hatin dîtin
    Rusya: Terorîst nahêlin pisporên OPCWê ji bo lêkolînê bikevin Dûmayê
    Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê atolyeyên çekan ên milîtanan dîtin
    Rûsya: Em xebatên OPCWê yên li Dûmayê asteng nakin
    Etîketan:
    agahî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de