07:09 26 Gulan 2018
Amerîka û hevpeymanên wê bi moşekan êrişî Sûriyê kir

Rûsya ji 2 moşekên kruz ên Amerîkayê li Sûriyê ku ne teqiyane dê çi bike?

© AP Photo / Hassan Ammar
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Leşkerên Sûriyeyî di dema erîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê 2 moşekên kruz ên ku ne teqiya bûn bidest xistibûn, bi balafirê şandin Rûsyayê. Pisporê rûsî Viktor Murahovskiy li serê bê Rûsya wê çawa van moşekên ku ne teqiyane binirxîne axivî û got piştî lêkolînên li ser van moşekên dê pergalên parastinê yên rûsî bêne bêqisûrkirin.

Çavkaniyek leşkerî ji çapemeniya rûsî re axift û da zanîn ku di êrişa 14ê Nîsanê de 2 moşekên ku ne teqiyane. Wê çavkaniyê da xuyakirin ku ew moşek ne teqiya ne û rewşa wan beş e, moşek bi balafirê bo Rûsyayê hatin şandin.

‘RÛSYA BI SAYA VÊ YEKÊ DÊ JI PÊŞKETINÊN DAWIYÊ YÊN ROJAVAYÊ HAYDAR BIBE'

Li gorî Gerînendeyê Giştî yê kovara rûsî 'Arsenal Oteçestva'yê dê pisporên rûsîli ser van moşekên krûz ên amerîkî bi xebitin û bi saya van xebatan dê ji pêşketinên rojavayê yên di vî warî de haydar bibin û dê pergalên xwe yên parastina hewayî û radarên xwe bêqisûr bikin.

‘DÊ PERGALÊN PARASTINÊ YÊN RÛSÎ BÊNE BÊQISÛRKIRIN'

Murahovskiy, "Nasînê moşekên amerîkî yên JASSM-ER kruzî dê balkêş be. Rûsya dê li ser van moşekên lêkolînan bike û radarên xwe û pergalên xwe yên parastinê dê bêqisûr bike."

Amerîka, Brîtanya û Fransayê 14ê Nîsanê li dijî Sûriyê êrişên moşekî pêk anîbûn. Pergalên parastinê yên Sûriyê ji 103 moşekan 71 têkşikandibûn.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Di destê me de agahî hene ku ASA û Nusra dixwazin herêmeke xweser ava bikin heye
Rûsya: Konteynerên tijî klor û bombeyên mijê li Dûmayê hatin dîtin
Rûsya: Armanca êrişa hevpeymaniya welatên rojavayê ew bû ku milîtan pêşiya xwe bibînin
Rûsya û NATO li ser mijara Sûriyeyê dicivin
Rûsya: Brîtanyayê bi qesdî Skrîpalan xiste qomaya sunî
'Rûsya şandina balafira An-124ê bo NATOyê dide rawestandin'
Etîketan:
Pergalên Parastinê yên Hewayî, Moşekên Krûz, êrîşa moşekî ya li dijî Sûriyê, Êrişa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyê, Moşek, JASSM-ER kruzî, Arsenal Oteçestva, Vîktor Murahovskiy, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de