11:15 24 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova

    Rûsya: Armanca êrişa hevpeymaniya welatên rojavayê ew bû ku milîtan pêşiya xwe bibînin

    © Sputnik / Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku armanca sereke ya êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Sûriyê ew bû ku milîtan pêşiya xwe bibînin.

    Zaxarovayê di civîna rojnamevaniyê ya heftanê de ragihand ku armanca serekeya li dijî Sûriyê û ya li navçeya Xûtaya Rojhilat Dûmayê jî di nav de bi mebesta ku milîtan bêhna xwe vedin û pêşiya xwe bibînin hat kirin.

    Zaxarova, "Armanca çalakiyên hersê welatên rojavayê ew bû ku ew dixwazin tundrê û cîhadîst bêhna xwe vedin, pêşiya xwe bibînin û cardin xwebirêxistin bikin. Herwiha dixwazin hewildanên çareseriyê yên pirsa Sûriyê têxine tengasiyê, di vî warî de delîlên me hene."

    ‘TEHLIYEKIRINA CEYŞUL ÎSLAMÊ BER B IDAWIYÊ VE DIÇE'

    Berdevka rûsî da zanîn ku tehliyekirina milîtanên Ceyşul Îslamê (Artêşa Îslamê) ber bi dawiyê ve diçe.

    "Tehliyekirina Ceyşul Îslamê de li Dûmayê ber bi dawiyê ve diçe. Ji serê meha nîsanê û vir ve ji Dûmayê tevî malbatên xwe zêdetirî 12 hezar milîtanan hatin tehliyekirin. Li avahiyên li Dûmayê ku milîtanan çol kirine madeyên jehrî yên wele sulfur û azotê labaratuwarên bin erdî û febrîqeyên çekan hatin dîtin."

    Herwiha Zaxarovayê teqez kir ku li depoyên milîtanan 500 kîlogram teqemenî, 250 mayîn û 25 kîlogram dînamît jî hatin bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Konteynerên tijî klor û bombeyên mijê li Dûmayê hatin dîtin
    Rusya: Terorîst nahêlin pisporên OPCWê ji bo lêkolînê bikevin Dûmayê
    Leşkerên rûsî li Dûmayê labaratûvara kimyewî peyda kirin
    Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê atolyeyên çekan ên milîtanan dîtin
    Rûsya: Em xebatên OPCWê yên li Dûmayê asteng nakin
    Rûsyayê eşkere kir bê vîdeoya Dûmayê çawa hatiye kişandin
    Etîketan:
    Armanca êrişa li dijî Sûriyê, Tehliyekirina Milîtanên Ceyşul Îslamê ji Dûmayê, Ceyşul Islam, Mariya Zaxarova, Dûma, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de