06:56 26 Gulan 2018
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

Peskov: Dibe gavên neyarane yên Amerîkayê li dijî Rûsyayê dewam bikin

Photo host agency
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlinê Dmitriy peskovî got, Moskow di rewşeke wiha de dixebite ku nêzîkatiyeke neyarane ya Washingtonê heye û diyar kir ku dûr nabînin ku ev gav berdewam bikin.

Peskovî bersiva pirsyarên rojnamevanan ên derbarê mueyideyên Amerîkayê de da. Li ser pirsyara bê "hevpeymaniyê êrîşên xwe yên li Sûriyeyê dewam nekirin û mueyideyên xwe bi paş de xistin, gelo mirov dikare bibêje ku bahoz di ber Rûsyayê re çû û lê neqelibî? Peskovî got, 'min ê ew wek bahoz bi nav nekira. Gavên Amerîkayê yên neyarane û heta êrîşkar li dijî Rûsyayê dewam dikin. Ji paytextên gelek welatan, nexasim ji Washingtonê gelek daxuyanî tên."

Berdevkê Kremlinê diyar kir ku ev daxuyanî gelekî zêde ne û derfetê nadin ku lihevkirineke siyasî pêk were.

Di berdewamiyê de Peskovî got, "gavên neyarane berê jî hebûne, niha jî çêdibin û em dûr nabînin ku di siberojê de jî berdewam bikin. Bi taybetî gava mirov faktora nebûna pêşbînkirinê li ber çavan bigirin…Ev rastiyek e ku em ji bo berjewendiyên xwe li ser dixebitin."

Ji aliyê din ve, Peskovî ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî dê îro bi Komîteya Ewlekariya Rûsyayê re bicive.

Ev daxuyaniyên Peskovî piştî wan sînyalên mueyideyên muhtemel ên Washingtonê hatin. Nûnera Amerîkayê ya daimî li NYyê Nikki Haleyê gotibû ku ihtimal heye, mueyideyên nû li ser Rûsyayê bên sepandin ji ber "piştgiriya ku dide Sûriyeyê."

Bi heman mijarî:

Peskov: Îdiayên ku Rûsyayê li Rojhilatê Gutayê bombebaran pêkaniye bêbingeh e
Peskov: Milîtanên li Xutaya Rojhilat sivîlan dîl digrin
Peskov: Ji bo civîna Pûtîn-Erdogan-Rûhanî amadekarî têne kirin
Peskov: Zêdekirina molayên mirovî girêdayî çalakiyên terorîstan e
Peskov: Em di amadekariya pêşbaziya çekdarbûnek nû de nînin
Peskov: Tehdîd ji bo ti welatî tine ye
Etîketan:
Nikki Haley, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Amerîka, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de