17:06 26 Gulan 2018
Alên Yekîtiya Ewropa YE û Tirkiye

Pisporê rûs: Ihtimala Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropa sifir e

© AFP 2018 / GERARD CERLES
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê rûs Sergey Markov rapora Yekîtiya Ewropa ya di derbaarê Tirkiyê de nirxand, “Ihtimala Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropa sifir e.”

Gerînendeyê Navenda Enstituya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov di derbarê rewşa Tirkiyê ya endamtiya YEyê de ji Spûtnîkê re axivî. Markov destnîşan kir ku, her kes dizane ku YE Tirkiyê naxe nava refên xwe, sedema vê ya yekem jî ew e ku hemwelatiyên Ewropayê bixwe jî vê naxwazin.

Sergey Markov di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "sedemên ku Tirkiyê naxwazin gelek in lê bi taybetî di van salên dawî de, hemwelatiyên Ewropayê ji Îslamê silikî ne û naxwazin ku misilman koçê Ewropayê bikin, dema ku Tirkiye bibe endam ev derî ji koçberan re vedibe. Ji ber vê sebebê ez dikarim bibêjim ku ihtimala endamtiya Tirkiyê sifir e herwiha ihtimala vîzerakirina ji bo Tirkiyê jî di heman rewşê de ye."

Bi heman mijarî:

Pisporê rûs: Yekîtiya Ewropa ji ber vegera Tirkiyê ya ber bi Balkanan ve bi fikar e
Konseya Ewropa Tirkî ji nava zimanan derxist
Juncker: Di peywendiyên Yekineyên Ewropa û Tirkiyê de lihevnekirin her diçin zêde dibin
Etîketan:
Tirkiya, ewropa, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de