17:48 23 Gulan 2018
    Mala Sergel Skrîpal

    Rûsya: Brîtanyayê bi qesdî Skrîpalan xiste qomaya sunî

    © REUTERS / Hannah McKay
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şanda rûsî ya li Rêxistina Qedexekirinê Çekên Kîmyewî (OPCW) ragihand ku Brîtanyayê di mijara bijehrîkirina sîxûrê berê yê rûsî Serey Skrîpal û qîza wî Yuliayê de ji qesdî ve xistine qomaya (rewşa metirsîdar) sunî.

    Şanda rûsî di civîna OPCWyê ya îro de daxuyaniyek da. Şanda rûsî di wê civînê de destnîşan kir ku Brîtanya ji bo manipulasyonê û Skrîpalan xiste qomaya (rewşa metirsîdar) sunî.

    ‘BI MEBESTA MANÎPULASYONÊ'

    Şanda rûsî di daxuyaniya xwe de parast, "Em bawer in ku rayedarên tenduristiyê yên ingîlîzî ji bo berhevkirina materyalan û manîpulasyonê Sergey û Yulia Skrîpal xistine rewşa bi xeter."

    Di mijara bijehrîkirina Sergey Skrîpal û qîza wî li Brîtanyayê dihat îdiakirin ku bi ‘Novîçok' (A-234) hatiye bi kar anîn û di encamdana wê yekê de bav û qîz li nexweşxaneyê hatibûn razandin.

    Hêjayî gotinê ye ku Skrîpal di sala 2010an de yek ji wan kesên ku di guherandina ajanên Amerîkayê û Rûsyayê ya serbiser de bû. Skrîpal ê 66 salî ku li Wiltshire dijiya ji ber tawana ku ji Brîtanyayê re sîxûrtiyê kiriye di sala 2006an de 13 sal cizayê girtîgehê xwaribû. Albayê rûsî di guherandina seribser a sîxûrên di navbera Amerîka û Rûsyayê de hatibû berdan û paşê jî xwe radestî Brîtanyayê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di derbarê buyera Skrîpal de agahiyên taybet bi zanebûn tên parvekirin
    Yuliya Skrîpal: Hê jî rewşa bavê min giran e
    Balyozxaneya rûsî: Biryara Britanya ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Skrîpal siyasî ye
    Nebenzya: Skrîpal ji bo Rûsyayê ne tehdîd bû
    Biraziya Skrîpal: Brîtanya di derbarê xwarina dawî ya ku Skrîpal xwariye agahî nade
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Etîketan:
    manîpulasyon, Qomaya sûnî, Mijara Skrîpalî, Rêxistina Îmhakirina Çekên Kîmyawî (OPCW), OPCW, Sergey Skrîpal, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de