17:38 23 Gulan 2018
    êrîşa bi kêrê-Rûsya

    Li Rûsyayê xwendekarê ku bi kêrê êrîş kir dibistan şewitand: 4 brîndar

    © Sputnik / Anna Ogorodnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Sterlimak a Komariya Başkurdistana girêdayî Rûsyayê xwendekarekî bi kêrê êrîşî mamoste û hevalên xwe yên xwendekar kir. Êrîşkar paşê sinifa xwe bi şewatokê da şewitandin û bi kêra ku di dest de jî xwe kêr kir.

    Li bajarê Sterlimak a Komariya Başkurdistanê xwendekarê 17 salî dema ku ket sinifê bi kêrê êrîşî mamoste û hevalên xwe kir. Xwendekarê ku paşê bi şewatokê sinif da şewitandin xwe kêr kir.

    Herwiha di dema bûyerê de xwendekarê ku tirsiya xwest xwe di paça sinifê de biavêjê.

    Êrîşkar piştî ku hat desteserkirin rakirin nexweşxaneyê. Ji aliyê din ve 3 xwendekar û mamoste ku di êrîşê de brîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşê gellek polîs û wezîfedarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, ekîbên agirkujê jî ji bo vemirandina agir xebitîn.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Mike Pompeo bi Serokê Koreya Bakur Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
    Serşêwirmendê Erdogan: Êdî ne pêkane ku hilbijartin di sala 2019an de werin kirin
    ‘Plana tifaqê ya CHPê amade ye, lê helwesta partiyên din ne diyar e'
    Etîketan:
    şewat, êrîşa bi kêrê, êrîş, dibistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de