04:22 20 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsya: Em xebatên OPCWê yên li Dûmayê asteng nakin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku nabe ew li navçeya Dûmayê ya Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê pêşiyê li ber xebatên pispor ên Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) bigirin.

    Zaxarova anî ziman ku medyaya rojava li ser çûna pisporên navdewletî derbarê Rûsya û Sûriyeyê de kampanyaya dezenformayê dimeşîne û got, "Dixwazim bi bîr bixim ku Rûsya ji xebatên misyona OPCWê re nabe asteng. Ji ber ku Rûsyayê piştgirî da daxwaza hikûmeta Sûriyeyê ya ku ji bo pisporan bişîne Dûmayê ji rêveberiya OPCWê re şand. Em û sûriyeyî li hemberî civaka navdewletî, Midurê Giştî yê OPCWê û malbat û xizmên xebatkarên misyonê berpirsyar in."

    Mariya Zaxarova anî ziman hîn hinek alî rêveberiyên Sûriye û Rûsyayê bi 'îhmalkariyê' û di warê çûna Dûmayê de bicihneanîna berpirsyariya xwe tawanbar dikin û ev jî cihê xemgîniyê ye. Zaxarova diyar kir ku ev alî dixwazin jiyana pisporên OPCWê jî bixin bin metirsiyê û got, "Em ê li gorî amadekarên van provokasyonan tevnegerin. Aliyê Rûsyayê karê xwe bi berpirsyarî, profesyonelî û bi awayekî ewle bi cih tîne."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Îdiayên hackkirinê yên Amerîka û Brîtanyayê yê li dijî Rûsyayê bêbingeh in
    Rûsyayê eşkere kir bê vîdeoya Dûmayê çawa hatiye kişandin
    Li Fransayê nîqaş: Bêyî Rûsyayê nabe gav werin avêtin
    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Amerîka li Sûriyê li hedefên ne girîng xist
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de