00:49 26 Nîsan 2018
    Santrala nukleerî

    Pipsorê rûsî ji bo santralên li Tirkiyeyê hişyarî da

    © Sputnik / Konstantin Chalabov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gerînendeyê giştî yê malpera AtomInfoyê ya nûçeyan nukleerî ya rûsî Aleksandr Uvarov li ser çêkirina santralên nukleerî yên ku Rûsya û Japonya li bajarên Mersîn û Sinopê yên Tirkiyeyê çêdikin, got, piştî teqîna Fukuşîmayê divê baldar bin.

    teqîna nukleer
    © Flickr / International Campaign to Abolish Nuclear Weapons
    Uvarov li ser çêkirina wan santralên nukleerî ji bo Sputnikê axivî û got, "Li kuderê peyman were îmzakirin bila were îmzakirin, ji bo destpêkirina çêkirinê ya van santralana pêwistî bi gelek peymanên din û xebateke xurt heye. Carinan siyaset jî midaxilî vê pêvajoyê dibe. Lê her çi dibe bila be, pêvajoyeke amadehiyê pêwîst e."

    Aleksandr Uvarov li ser çêkirina santrala li bajarê Sinopê ya ji aliyê Japonyayê ve jî anî ziman ku proje dê ji aliyê Fransayê ve were çêkirin, lê Japonya tenê dê projeyê fînanse bike.

    Uvarov li ser çêkirina van santralên li Tirkiyeyê jî diyar kir ku piştî Fukuşimayê divê bi baldarî tevbigerin û got, "Piştî bûyera Fukuşimayê pisporan ders wergirtin. Hinek bergiriyên ewlehiyê hatin girtin. Helbet ev jî projeyê hîn biha dike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Eyy Netanyahu bi çeka xwe ya nukleerî forsa navêje
    ‘Rûsya amade ye ji bo tehdîda êrîşeke nukleerî ya ser Tirkiyeyê bikeve tevgerê’
    Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin
    Amîralê amerîkî: Rûsya teqlîdê êrîşa nukleerî li Amerîkayê dike
    Lîberman ji gotina xwe ya ‘2007an de me tesîsa nukleerî li Sûriyê teqand’ poşman bû
    Etîketan:
    santrala nukleer, Gerînendeyê giştî yê malpera AtomInfoyê ya nûçeyan nukleerî ya rûsî, Aleksandr Uvarov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de