14:48 19 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Amerîka ‘Plana Byê' disepîne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaxarovayê ragihand ku ji ber ku Amerîkaya ku li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur negihşte armanca xwe lewra derbasî ‘plana Byê'bû. Li gorî vê yekê li dijî Rûsyayê mueyîdeyan disepîne û hewil dide Rûsyayê çavtirsandî bike.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê diyar kir ku Amerîka hewil dide Rûsyay3e çavtirsandî bike û mueyîdeyên nû bisepîne.

    Zaxarovayê ji televizyona rûsî Rossiya 24ê re axivî û polîtîkqay nû ya Amerîkayê weke ‘plana Byê' bi nav kir û lê zê kir ku piştî ku polîtîkayên Washingtonê li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi ser neketin dest bi vê rêbazê kir.

    ‘JI BER KU EM LI QADA NAVNETEWÎ HENE, HEWIL DIDIN ME SIZADAN BIKIN'

    Berdevka rûsî da xuyakirin ku sepandina mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê bêbingeh in û wiha berdewam kir, "Berê digotin ji ber Ukraynayê em dê we sizadan bikin lê niha ev daxuyanî bi awayekî balkêş guherîn. Ji ber ku em li qada navdewletî û têkiliyên navdewletî de hene dixwazin me sizadan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Behsa hilbijartinê dikin, em jî dibêjin înşellah û em ê wan bişînin
    Ji ber êrişa elektronîk a DYA û Îsraîlê ya li Sûriyê pergalên parastinê ketin nava tevgerê
    Li Dumeyirê Ceyşul Islamê dest bi danîna çekan kir
    Perûka pêşkêşvanê kişand û wê jî bersiveke tund dayê
    Çekdaran êrişî artêşê kir: Gelek kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    mueyîde, Sizadan, Plana Byê, têkiliyên navdewletî, Rossiya24, Mariya Zaxarova, Rojhilata Navîn, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de