22:09 19 Nîsan 2018
    Vladîmîr Pûtîn û Angela Merkel

    Pûtîn ji bo Merkelê: Êrîşa Amerîka û hevalbendên wê li dijî hiqûqa navdewletî ye

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî di axiftina xwe ya li gel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê de got, "ew êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê li Sûriyeyê kiriye dijî hiqûqa navdewletî ye.

    Li gorî daxuyaniya Kremlinê, Pûtîn û Merkelê pêwendiyeke telefonî pêk anî.

    Herduyan rageşiya Sûriyeyê û derdora wê gotûbêj kir. Pûtînî ji Merkelê re got ku bi êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê hiqûqa navdewletî hat binêpkirin, ziyaneke cidî gihişt pêvajoya çareserkirina qeyranê bi rêyên aştiyane.

    Herwiha hat teqezkirin ku gelekî giring e, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li Sûriyeyê, lêkolîneke bêalî û bi hûrgilî li îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî bike.

    Li gorî daxuyaniyê, herduyan teqez kiriye ku dê bixebitin da ku xebatên dîplomatîk û siyasî yên di mijara Sûriyeyê de, pêvajoyên Astana û Cenevê di serî de, ji nû ve dest pê bikin û dê pêwendiyên xwe di vî warî de jî berdewam bikin.

    Şêwir ji bo projeya xeta gazê ya Herka Bakur-2ê jî hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    NATO: Divê em hewldana xwe yên ji bo kontrolkirina Rûsyayê zêdetir bikin
    Rûsyayê ji bo Reqayê ji KENYyê daxwaza ‘brîfînga vekirî’ kir
    Balyozê Îsraîlê li Wezareta Derve ya Rûsyayê ye
    Rûsyayê pêşnûmaya Sûriyê ya li KENYyê veto kir
    Etîketan:
    OPCW, Angela Merkel, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Almanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de