07:02 18 Hezîran 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e

© REUTERS / Sergey Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ti wext negotine Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ew kesê ku yekîtiya welêt ava bike ye.

Lavrov ji televîzyona BBCê re axivî û pirsa, "Rûsya difikire ku tevî krîza 7 salan Beşar Esad dikare yekîtiya welêt pêk bîne û pêşveçûna welêt pêk bîne" hat pirsîn.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, "Me ti wext tiştek wiha negotiye. Li gorî qanûna 2254an a Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, divê biryara pêşeroja Sûriyeyê, gelê sûrî biryar bide.

‘EM Ê PIŞTGIRIYA PÊŞNÛMAYA SÛRIYEYÊ YA WELATÊN ROJAVA NEKIN'

Lavrov diyar kir ku eger pêşnûmaya ji bo mekanîzmaya lêkonîla îdiayên bikaranîna çekên kimyewî li Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya welatên Rojava, serbixwe û şefaf nebe, dê pişgirî nedin.

‘AMERÎKA, BRÎTANYA Û FRANSA OPERASYONÊN BÊAQIL PÊK TÎNIN'

Lavrov destnîşan kir ku daxuyaniya Amerîkayê eger bûyerên kimyewî dubare bikin, em ê cardin êriş pêk bînin, muxalîf û komên cîhadîst teşwîqa berdewamiya şer dike û Amerîka, Brîtanya û Fransa operasyonên bêaqil pêk tînin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Di raporta Skripal a OPCWê de terîma ‘Noviçok (A-234)' derbas nabe
Lavrov: Îdiayên ku li Dûmayê em guhertinan pêk tînin ne rast in
Lavrov: Êrişa li dijê Sûriyê êrişeke derqanûnî bû û nayê qebûlkirin
Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
Lavrov serdana Koreya Bakur dike
Etîketan:
BBC, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de