17:28 24 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Vîdyoya îdîayên kîmyewî ya Dumayê sexte ye û bi zanebûn hatiye kişandin

    © REUTERS / Bassam Khabieh
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Yekbûna Parastina Kîmyewî, Biyolojîk û Radyasyonê yê Hêza Çekdar a Rûsyayê General Îgor Kîrîllov ragihand ku dîmênên îdîaya êrişa kîmyewî ya Dumayê sexte ne û bi taybet hatiye kişandin.

    General Îgor Kîrîllov di axaftina xwe ya civîna çapemeniyê de got: "Di dîmênên vîdyoya ku li Xûtaya Rojhilat hatiye kişandin de tiştên mîzansenî hene. Di lêkolînê de derket holê, zarok ji bo dimên cuda li avahiyan digerînin û tesîseke tibî jî tevlî vê sextekariya xwe dikin. Senaryoya Dumayê dişibe îdîaya êrişa kîmyewî ya Xan Şeyxunê jî."

    ‘ME BI KESÊN DI VÎDYOYÊ DE HEVDİTIN KIR, ŞAŞ MAN'

    Îgor Kîrillov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me bi kesên ku di van vîdyoyan de derdikevin û li navenda tibê dixebitin hev nas kir. Dema xwe di dîmênan de dîtin gelek şaş man. Yek ji wan zarokê ku tê îdîakirin rastî êrişa kîmyewî kurê xebatkarekî navenda tibî ye û di dema êrişan de qet derneketiye derve."

    Kîrîllov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Gelekî watedar e ku îdîaya bikaranîna êrişa kîmyewî piştî serkeftina artêşa Sûriyeyê hat kirin. Jixwe şeva ku tê îdîakirin êrişa kîmyewî hatiye bikaranîn gelek milîtan û malbatên xwe ji Dumayê vediqetiyan.

    Aktîvîst û çapemeniya muxalif a Sûriyeyê vîdyoyeke bi îdîaya ku êrişa kîmyewî hatiye bikaranîn belav kiribûn û dewletên rojavayî jî bi îdîaya ku di êrişan de Şam jî cih girtiye vîdyo wek delîl nîşan dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Duma: Eger êrîş li dijî yekîneyên rûsî yên li Sûriyeyê çêbibe...
    Amerîka: Ji xeyrî kê li Dumayê çi bikaranî divê em bizanibin kê ev êriş kir
    Rûsya: Di nava 24 seetên dawî de zêdetirî 3 hezar milîtan ji Dumayê derketin
    Parlementerê rûsî: Em dê têketina saziyên çapemeniyê yên amerîkî bo Dumayê qedexe bikin
    Parlamentarê Rûsî: Em li Dumayê li ser midaxeleya DYAyê ya bo Rûsyayê bicivin
    Etîketan:
    Îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî, Îgor Kîrîllov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de