15:42 21 Gulan 2018
    Aleksey Puşkov

    Puşkov: Nabe ku Amerîkayê lêxisitna leşkerên rûsî danîbe ser maseyê

    © Sputnik / Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Puşkov li ser nûçeyên ku digotin Serokê Amerîkayê Donal Trump di êrîşa li hemberî Sûriyeyê xwest Rûsya û Îranê jî bike hedef lê ev yek ji aliyê Pentagonê ve hatiye astengkirin, got, ez bawer im ev bi awayekî cidî nehatiye nirxandin.

    Serokê Komîsyona Polîtîkayê ya Enformasyona Konseyê ya Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov li ser nûçeya Wall Strett Journalê (WSJ) ji hisabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û got, "Ez bawer im Amerîkayê lêxistina leşkerên rûsî yên li Sûriyeyê bi awayekî cidî nenirxandiye. Wateya vê jî eşkere ye. Armanca belavbûna vî tiştî, nîşanda bibiryarbûna Trump e."

    Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) nûçeyeke bi ser navê ‘Trump, li Sûriyeyê serî li ber helwesta bi îtidal a Pentagonê tewand'belav kiribû û di wê nûçeyê de hatibû îdiakirin ku Trump di civînên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî de gelek bijarteyên êrîşê yên ku Rûsya û Îranê jî hedef digirin, nirxandin lê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis kir ku Trump dev ji wan berde.

     

    Bi heman mijarî:

    Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin
    Macron: Ez dixwazim Rûsya û Tirkiye alîkariya me bikin
    2 hunermendên navdar ên kurd ji bo Husên Penahî bangî piştgiriyê kir
    Li Fransayê nîqaş: Bêyî Rûsyayê nabe gav werin avêtin
    Etîketan:
    Serokê Komîsyona Polîtîkayê ya Enformasyona Konseyê ya Federasyona Rûsyayê, Aleksey Puşkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de