07:30 27 Nîsan 2018
    Moskow û Kremlin

    Peskov: Îdîayên ku rê bo pisporan nehatiye dan ku têkevin Dûmayê bêbingeh in

    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî got ku îdîayên Brîtanyayê ku Rûsyayê rê nedaye pisporan têkevin herêma Dûmayê ya ku hatibû îdîakirin, êrîşa kîmyewî lê hatiye kirin bêbingeh in.

    Heyeta Brîtanyayê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî(OPCW) îdîa kiribû ku Rûsyayê rê nedaye pisporên OPCWê têkeve qada êrîşê ya li Dûmayê.

    Peskov bi rojnamevanan re axift û got, "Rûsyayê ji pêşî de li dijî tawanbarkirinên bêbingeh û bêmentiq derdikeve û piştgirî dayevekolîneke bêalî. Me ev ji serî de kir. Lewra ev tawanbarkirinên li himberî Rûsyayê bêbingeh in."

    Herwiha Peskovî êrîşa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyeyê wek binpêkirina hiqûqa navdewletî û êrîşkarî bi nav kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê mueyideyeke nû li ser Rûsyayê sepand: Patruşev û Miller jî lîsteyê de ne
    Alarma şaş a sîrenê bû sedema panîka şerê bi Rûsyayê re
    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londrayê ji wezîrê Brîtanyayê daxwaza hevdîtinê kir
    Rûsyayê wêneyên ku êrîşên hevpeymanê yên li Reqqayê îspat dikin, weşandin
    Lavrov: Artêşa Rûsyayê ji bo provokasyona êrişa kîmyewî hişyarî kiribû
    NATO: Divê em hewldana xwe yên ji bo kontrolkirina Rûsyayê zêdetir bikin
    Etîketan:
    OPCW, Dmitriy Peskov, Sûriye, Brîtanya, Fransa, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de