17:57 20 Nîsan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Pisporê rûs: Dewletên Rojava ji hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê aciz in

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Şêwirmenda Serokê Enstîtuya Lêkolînên Stratejik (RISI) û Pispora Rojhilata Navîn Yelena Suponina daxuyaniyên serokomarê Fransayê Emmanuel Macron nirxand û got bi giştî welatên rojavayî hesûdiya hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê dikin.

    Macron piştî êrîşa Fransa, DYA û Brîtanyayê ya dijî Sûriyeyê de got, "Me bi vê êrîşê Tirkiye û Rûsya ji hev qetand. Tirkan çekên kîmyewî şermazar kirin." Şêwirmenda Serokê Enstîtuya Lêkolînên Stratejik (RISI) û Pispora Rojhilata Navîn Yelena Suponina ji Sputnikê re daxuyaniya Macron nirxand: "Rûsya herdem bilêv dike ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îdiayên Dumayê bila lêkolîn bike, ev mijar bêyî lêkolînê bi daxuyaniyên DYA, Fransa û Brîtanyayê gûrtir dibe.

    Suponina derbarê gotinên Macron de jî got, "Welatên rojava hesûdiya hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê dikin. Bi tenê ne hevkariya li Rojhilata Navîn ji hevkariya li deverên din jî aciz in. Mînak, kirîna Tirkiyeyê ya pergala moşekan a S-400an. Bi rastî jî dewletên rojava ji hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê ya çareserkirina mijara Sûriyeyê rehetsiz in û hesûdiyan dikin. Tirkiye endamê NATOyê ye lê bi me re li Sûriyeyê hevkariyê dike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hewcedariya kûlubên Diyarbekirê bi rêvebirên zane û rewşenbîr heye'
    Barzanî li bangeşeya hilbijartinan a PDKê de axift
    Tanrikulu: Hikumet 81 bajarên Tirkiyê bi rejîma zilmê birêve dibe
    Etîketan:
    sûriye, çekên kîmyewî, moşek, hevkarî, S-400, Yelena Suponina, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de