07:46 24 Nîsan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Kremlinê bersiv da daxuyaniya Macronî ya Tirkiyeyê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel macronî îdîa kiribû ku gava welatê wî li gel Amerîka û Brîtanyayê bi moşekan li Sûriyeyê xist, Tirkiye û Rûsya ji hev veqetandin. Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî got ku êrîşa li dijî Sûriyeyê Rûsya û Tirkiye ji hev veneqetandine.

    Serokê Fransayê Macronî li ser operasyona sibeha şemiyê, piştgiriyê Tirkiyeyê ji operasyonê re û şermezarkirina Rûsyayê jê re jî îma kiribûn û gotibû, "me bi êrîşê tirk ji rûsan veqetandin."

    Hat xwestin ku Peskov van gotinên Macronî binirxîne, "ne tiştekî veşartî ye ku nerînên Moskow û Enqereyê di hinek mijaran de ji hev cuda ne. Lê ev rewş li ber danûnstendina nerînên me yan jî gotûbêjkirina cudahiyên me nabe asteng".

    Berdevkê Kremlinê wiha dewam kir: "Ya giring, ev cudahiyên me ji gelek aliyan bandorê li bipêşdexistina hevkariya projeyên cûrbicûr ên din û projeyên aboriyê yên mezin nake".

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îro wiha gotibû: "Daxuyaniyên Serokkomarê Fransayê ji aliyê welatên cuda ve hat redkirin. Em daxuyaniyên wiha dipên ku bi serokkomarekî bikevin.Macronî xwest ku tev li wê lûtkeyê bibe ya ku bi Rûsya û Îranê re hatibû lidarxistin. Gava tev li civîna sêalî nebû, nehat. Ev bûyer berî bûyerên li Dûmayê qewimîn."

    Bi heman mijarî:

    Medyaya Brîtanî: Mezintirîn koma şerî çû beravên Sûriyeyê
    Putin û Macron li ser rewşa Sûriyeyê axivîn
    'Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi êrişê bikin'
    ‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'
    Piştî operasyona li dijî Sûriyeyê dîmenên Esad hatin weşandin
    Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
    Rudskoy: Pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin
    Etîketan:
    Mevlut Çavuşoglu, Emmanuel macron, Fransa, Rûsya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de