07:43 20 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Îdiayên ku li Dûmayê em guhertinan pêk tînin ne rast in

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îdiayên ku Moskow herêma ku êrişa çekên kimyewî lê hatiye kirin û tê îdiakirin ji aliyê birêveberiya Esad ve li navçeya Dûmayê hatiye kirin, diguherîne ne rast e.

    Lavrov li ser mijarê ji BBCê re axivî û got: "Ez qarantiyê didim we, Rûsya (herêma ku bûyer lê qewimî) li herêmê ti guhertin nekiriye."

    Li gorî ragihandina Reutersê, Nûnerê Amerîka yê Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî (OPCW) Kenneth Ward îdia kiribû ku Rûsya li herêmê dibe guhertin kiribe.

    ‘HEMÛ DELÎL JI ÇAPAMENÎ Û MEDYAYA CIVAKÎ NE'

    Lavrov êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ku bikaranîna çekên kimyewî ji xwe kirin hincet û êrişî Sûriyeyê kirin nirxand û got: "Dema serokê dewletên din bibin mijar, ez bêrêzî tevnagerim. Lê hûn behsa serokên Amerîka, Brîtanya û Fransayê dikin. Bi rastî ev delîlên ku wan serokan ji xwe re kirin hincet ji çapamenî û medyaya civakî hatine girtin."

    ‘WELATÊN ROJAVA, BI MUEYÎDEYAN QIRKIRIN PÊK TÎNIN'

    Lavrov wiha pê de çû: "Têkiliyên me ji heyama Şerê Sar xirabtir in. Di heyema Şerê Sar de têkiliyên ragihandinê di navbera me de hebûn. Li ser mueyîdeyan, Rûsofobî ku wekê qirkirinê tê nîşandan tine bû."

    Wezîrê rûsî destnîşan kir ku, ez hêvî dikim ku ev xetere ji aliyê hemû kesên li Rojava ve bê ferqkirin.

    Nûnera Daîmî li Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê Nikki Haley eşkere kiribû ku Washington mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê ferz bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike
    Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin
    Bozdag bersiv da Macron: Ya rast çi be em wê diparêzin
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir
    Dîrektorê FBIyê: Trump pir derewan dike û nikare serokatiyê bike
    Etîketan:
    guhertin, BBC, Sergey Lavrov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de