06:57 18 Hezîran 2018
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov

Ryabkov: Dubarekirina êrîşan li ser Sûriyeyê dê bibe sedema bertekên tund

© AFP 2018 / LOUAI BESHARA
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov îro duşemê got ku êrîşên Amerîkayê û hevpeymanên wê li ser Sûriyeyê dê bibe sedem ku ew aliyên rêzê li qanûna navdewletî digirin bertekên tund bidin.

Ryabkovî got, "eger tiştekî wiha di siberojê de çêbibe, ev tişt dê bibe sedem ku hêzên saxlem ên civaka navdewletî bêtir bi hev bigirin û aliyên din jî dê tev li koma wan dewletan bibe ya ku bi berpirsyarî nêzîkî qanûnên navdewletî dide. Ev koma hêzên saxlem dê li ser bingehê têkiliyên navdewletî bi tundî li dijî van hewldanan derkeve."

Şeveqa şemiya borî Amerîka, Fransa û Brîtanyayê bi îdîayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn êrîşeke moşekî li dijî avahiyên Hikûmeta Sûriyeyê pêk anî û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku parastina Sûriyeyê ji 103 moşekan, 71 moşek xistine.

Bi heman mijarî:

Medyaya Brîtanî: Mezintirîn koma şerî çû beravên Sûriyeyê
Putin û Macron li ser rewşa Sûriyeyê axivîn
‘Amerîka plan dike ku li 8 hedefên Sûriyeyê bixe'
Kosaçev: Piştgiriya Tirkiyeyê ya êrîşa dijî Sûriyeyê xeta ye
Etîketan:
Sergey Ryabkov, Rûsya, Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de