08:18 23 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Amerîka dixwaze otorîteya OPCWê hilweşîne

    © AFP 2018 / STR
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnertiya Daîmî ya Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî ya Rûsyayê (OPCW) beriya lêkolîna êrişa kimyewî ku tê îdiakirin li navçeya Xutaya Rojhilat a girêdayê Şamê, Amerîka dixwaze otorîteya OPCWê hilweşîne.

    Roja ku şandeya OPCWê ji bo îdiayên bikaranîna çekên kimyewî li Dûmayê lêkolîn bikin çûn Şamê, Amerîka û hevalbendên xwe êrişî Sûriyeuê kirin û nûnertiya daîmî ya Rûsyayê derbarê êrişê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, "Amerîka bi êrişa xwe ya, beriya ku şandeya OPCWê bigihîje Dûmayê dixwaze otorîteya OPCWê hilweşîne"

    ‘RÛSYA DÊ DESTWERDANÊ LI XEBATÊN OPCWê NEKE'

    Di daxuyaniya ku ji her hesaba twittirê hat kirin de, nûnertiyê destnîşan kir ku Rûsya destxwerdanê li xebatên OPCWê neke û ji bo ewlehiya şandeyê jî çi pêwîst be dê were kirin.

    OPCW ÎRO DICIVE

    OPCWê ji bo rewşa dawî ya Sûriyeyê îro rûniştineke taybet li dar dixe.

    Şandeya OPCWê, ji bo îdiayên bikaranîna çekên kimyewî li Dûmayê hatiye bikaranîn lêkolîn bikin, sibeha roja şemiyê gihîştibû Şamê paytexta Sûriyeyê. Amerîka, Brîtanya û Fransa roja şemiyê berê sibê bi moşekan êrişî Sûriyeyê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Dîrektorê FBIyê: Trump pir derewan dike û nikare serokatiyê bike
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir
    Bozdag bersiv da Macron: Ya rast çi be em wê diparêzin
    Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin
    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike
    Etîketan:
    kimyewî, êriş, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de