18:20 20 Gulan 2018
    Sergey Ryabkov

    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike

    © Sputnik / Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîjê de mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Rûsyayê nirxand û got: "Amerîka rasterast ekonomiya rûsî hedef digre. Em ê bersiva mûeyîdeyên Washîngtonê bidin û heta demeke nêzîk wê pêşnûmaya bersivdayînê were qebûlkirin, lê niha dema qebûlkirinê ne diyar e."

    Sergey Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka li hemberî gelek welatan bi awayekî bêpîvan mûeyîdeyan disepîne. Ev mûeyîde wê bandoreke çawa li bazarên navneteweyî bike niha em bi hevkarên xwe yên G20 û BRICSê re vê mijarê dinirxînin."

    Parlamenterên rûsî hefteya borî pêşnûmayek pêşkêşî parlamentoyê kiribûn û daxwaza qededxekirina tutin, berhemên tutin û alkole yên amerîkî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Ryabkov: Amerîka hewl dide bandorê li hilbijartina serokatiyê ya Rûsyayê bike
    Ryabkov: Amerîka wek zaroka nehisî û bi kaprîs tevdigere
    Ryabkov: Xemnake ku hîn jî Amerîka û Koreya Bakur bo diyalogê pêşşertan pêşkêş dikin
    Ryabkov: Xistina balafirê û navgîna bêmirov piştgirîya eşkere ya terorîstan e
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryavkov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de