10:31 23 Nîsan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn ji Yekîtiya Erebî re peyamên hevkariyê dan

    © Sputnik / Aleksey Nikolskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji Yekîtiya Ereban re peyamêkê şand û di peyamê de got ku “Rûsya ji bo ewlehiya herêmê amade ye ku bi Yekîtiya Ereban re hevkariyê bike.”

    Beşar Esad
    © Foto : Telegram account of the press service of the President of Syria
    Kremlînê ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ji bo zîrveya 29emîn ya Yekîtiya Ereban peyamekê şand.

    Hat ragihandin ku Pûtîn di peyama xwe de wiha gotiye: Civîna YE di demeke kirîtîk de hatiye li dar xistin lewra hê jî li Sûriyê, Yemenê, Libyayê û li Iraqê mirov dimirin. Di nava pêvajoyekê wiha de pêwistî bi hevkarî û bi kordînasyonê heye. Di vê çarçovê de em civîna Yekitiya Ereban girîng û bi fêde dibînin.

    Pûtîn di dewamiya peyama xwe de destnîşan dike ku " Em wek Rûsya ji bo ewlehiya herêmê amade ne ku bi Yekîtiya Ereban re hevkariyê bikin, lewra piştê ku têkşikandina DAIŞê li Sêriyê û Iraqê di demeke kurt de çareseriya siyasî pêk were û cardin bên ew der bêne avadankirin. Di vê çatçoveyê de tavilê hevkarî bê kirin."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
    Pûtîn bi Netanyahu re axivî: Ji çalakiyên ku serweriya Sûriyê binpê bikin, dûr bisekinin
    Peskov: Pûtîn dê pêwendiyeke telefonî ya navdewletî pêk bîne
    Etîketan:
    pûtîn, Ereb, yekîtî, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de