07:02 18 Hezîran 2018
BMGK-Suriye

Rûsya ji KENYyê daxwaz kir ku DYAyê şermezar bike

© REUTERS / Brendan McDermid
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rûsyaya ku ji bo civîna lezgîn bangî Konseya Ewlehiyê ya NY kir, bi pêşnûmayekê xwest ku DYA û hevpaymanên wê ji ber binpekirina hiqûqa navdewletî bên şermezarkirin.

Rûsyaya ku ji bo civîna lezgîn bangî Konseya Ewlehiyê ya NY kir bi hinceta ku hiqûqa navdewletî hatiye binpekirin pêşnûmayek pêşkeşî konseyê kir ku xwest DYAyê û mutefîkên wê bên şermezarkirin.

Rûsya di pêşnûmayê de daxwaz kir divê dawî li tevgerên dewletên rojavayî yên dijî Sûriyeyê bên û ji kiryarên ku gengeşiyê zêde bikin dûr bê sekandin.
DYA, Brîtanya û Fransa li dijî rejîma Sûriyeyê di çarçoveya êrîşê de daxuyandin ku li nêzî Şamê navendek lêkolînê û li rojavayê Hûmûsê depoyek û navenda kontrolkirinê hatiye hilweşandin.

Bi heman mijarî:

'Tirkiye êdî nikare him bi Rûsyayê re him jî bi Amerîkayê re bilîze'
Lavrov: Êrişa li dijê Sûriyê êrişeke derqanûnî bû û nayê qebûlkirin
Pentagon: Bi serkeftî me li hedefên Sûriyeyê dan
Etîketan:
NY, NATO, şer, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de