07:42 20 Nîsan 2018
    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Em êrîşa ku hiqûqa navdewletî binpe dike şermezar dikin

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê êrîşa DYA, Fransa û Brîtanyayê ya dijî baregehên leşkerî yên Sûriyeyê de daxuyaniyek da ku êrîşê şermezar dikin. Wezaretê da zanîn ku bi vê êrîşê hiqûqa navdewletî hatiye binpekirin.

    Wezaretê bilêv kir ku êrîşê bi tund û bi biryar rexne dikin, bi vê êrîşê rêbazên hiqûqa navdewletî û serweriya dewleta endamê NYyê hatiye binpekirin. Wezaretê di daxuyaniya xwe wiha got, "Rûsya bi lez daxwaza civîna Konseya Ewlehiyê ya NY dike. Em bangî endamên KENYyê û dewletên berpirsyar dikin ku li hember êrîşek din helwesta xwe nîşan bidin.

    Ev kiryariyên DYAyê û mutefîkên wê ji ber macerayan li Iraq û Lîbyayê herem bê bêîstîkrar kir. Aştiya heremê bi vî awayî ket xetereyê.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de