06:19 21 Gulan 2018
    Şam

    Kosaçev: Piştgiriya Tirkiyeyê ya êrîşa dijî Sûriyeyê xeta ye

    © Sputnik / Michael Alaeddin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorê rûs Konstantin Kosaçev daxuyand Tirkiye bi piştgiriya êrîşa DYA, Fransa û Brîtanyayê ya dijî baregên leşkeri yên Sûriyeyê xetayê dike.

    Serokê Komîteya Pêwendiyên Karê Derve yê Rûsyayê Konstantin Kosaçev li ser hesabê xwe yê facebookê derbarê êrîşa dijî Sûriyeyê de daxuyand ku piştgiriya Enqereyê ya dijî êrîşa Sûriyeyê xeta ye.

    Kosaçev di berdewamiya xaftina xwe de got, gliyên Tirkiyeyê yên bo Sûriyeyê tê fahmkirin, lê ev ji bo êrîşkariyekê ne hicetek e. Rêya çareseriya rasteqîn hevdîtinên ku ji bo piştgiriyê bide muzakereyên Ceneveyê herwiha hevdîtinên sêalî yên li Soçiyê bûn. Êrîşên dewletên Rojavayî bi tenê ne depoyên xeyalî yên çekên kîmyewî, pêvajoya çarseriyê jî binpe kir.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Esad: Vê êrîşê bibiryarbûna me ya li dijterorê xurt kiriye
    Piştî operasyona li dijî Sûriyeyê dîmenên Esad hatin weşandin
    Etîketan:
    pevçûn, şer, Sûriye, Konstantin Kosaçev, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de