17:31 24 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsya: Êrîşa Dewletên Rojavayî ne li gor agahiyên îstîxbaratê, li gor nûçeyên derew in

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê axuyand ku palpiştên dewletên DYA, Fransa û Brîtanyayê ne agahiyên îstîxbaratî ne, nûçeyên derew yên çapemeniya rojawa ye.

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, di daxuyaniya xwe ya ku da televîzyona Rossiya 1ê got ku dewletên rojavayî ne li gor agahiyên îstîxbaratê êrîşî Sûriyeyê kirin, sedema êrîşên wan nûçeyên çapemeniya rojavayî ye.

    Zaxarova derbarê raporta Fransayê a bernameya nepenî ya çekên kîmyewî ya Sûriyeyê de bertek nişan da û got, li Fransayê raportek nepen hat weşandin. Li gor raporta Fransayê Şam, ji sala 2013an û vir de bernameya pêşdebirina çekên kîmyewî dimeşîne. Wê demê Fransa heta niha li kuderê bû? Zaxarova bi hin pirsan bersiv da dewletên rojavayî, "Wezareta Karê Derve ya Fransayê, Wezareta Berevaniyê û rayedarên Serokomariyê li kuderê bûn? Nûnerê NY yê Fransayê li kuderê bûn? Ji bo çi heta niha bêdeng man?"

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Etîketan:
    şer sûriye, şer, Rûsya, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de