18:57 25 Nîsan 2018
    Sergey Rudskoy

    Rudskoy: Pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin

    © AP Photo / Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rêveberiya Operasyona Sereke ya Serfermandariya Rûsyayê Orgneneral Sergey Rudskoy diyar kir ku pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji di dema êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê de ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin.

    Rudskoy got, "Li gorî zanyariyên li ber destan bi tevahî 103 moşekên krûzê hatine bikaranîn. Pergalên hewayî yên Sûriyeyê, ku piraniya wan ji pergalên parastina hewayî yên Sovyetê pêk tên, bi awayekî serkeftî bersiv daye wan moşekên hewayî û deryayî û 71 moşekên krûz asteng kirine."

    Sergey Rudskoy diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên li baregehên Himeymim û Tartûsê beşdarbûna balafirên Fransayê tespît nekiriye lê moşekên ji aliyê Amerîka û Brîtanyayê ve hatine avêtin, tavilê tespît kiriye û kontrol kirine.

    Bi heman mijarî:

    Xamaney: Serokên dewletên êrîşkar ‘sûcdarên' êrîşî ne
    Rûsya: Êrîşa Dewletên Rojavayî ne li gor agahiyên îstîxbaratê, li gor nûçeyên derew in
    Bozdag: Di êrîşa dijî Sûriyê baregeha Incirlikê nehat bikaranîn
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Etîketan:
    Serokê Daîreya Operasyonê ya Serfermandariya Rûsyayê, Sergey Rudskoy, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de