06:59 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

Putin: Amerîka terorîstan paşçav dike

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê daxuyaniyek da û derbirî ku ew vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin.

Putin êrîş wekî çalakiyeke êrîşkar a li dijî dewleteke serwer a dijterorê têdikoşe, bi nav kir û derbirî ku ev êrîş wê bandoreke nerênî li ser hemû peywendiyên navdewletî bike.

Putin ev tişt gotin, "Ev êrîş li dijî Sûiryeya ku artêşa rûsî di têkoşîna dijterorê de piştgiriya wê dike hatiye kirin û vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin. Amerîka bi çalakiyên xwe karesata li Sûriyeyê kûrtir dike û wê li Sûriye û herêmê bibe sedema pêleke nû ya penaberan."

'BILA KENY TAVILÊ KOM BIBE Û AMERÎKAYÊ Û HEVKARÊN WÊ ŞERMEZERA BIKIE'

Vladimir Putin got, "Dîrok wê her tiştî bi cih bike û di vê rewşê de ji ber qetlîamên li dijî Yugoslavya, Iraq û Lîbyayê wê berpirsyariyeke mezin li Washingtonê bar bike." Putin herwisa bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku tavilê kom bibin û Amerîkayê û hevkarên wê şermezar bikin.

'AMERÎKAYÊ JI BO ÊRÎŞÊ CAREKE DIN SENARYOYA BIKARANÎNA MADEYA JEHRÎ BI KAR ANÎ'

Li gorî Putin Amerîka ji bo êrîşê Sûriyeyê bike, careke din senaryoya bikaranînê ya madeya jehrî li dijî sivîlan kir bihane.

Serokê rûsî wisa berdewam kir: "Amerîkayê wekî dema êrîşê baregeha Şeyratê kir, îcar jî senaryoya bikaranînê ya madeya jehrî li hemberî sivîlên li navçeya Dûmayê kir bihane. Pisporên leşkerî yên rûsî li cihê dihat gotin qaşo êrîş lê bûye, rastî şûna klor an jî maddeyeke din a jehrî nehatin. Ti kesekî ji navçeyê bikaranîna êrîşa kîmyewî piştrast nekir. Amerîka karesat heyî kûrtir dike, êşê bi xelkê sivîl dide kişandin û terorîstan paşçav dike."

'RÊZIKNAMEYA NY, NORM Û PRENSÎBÊN HIQÛQA NAVDEWLETÎ HATIN BINPÊKIRIN"

Putin derbirî ku êrîş bêyî destûra KENY hatiye kirin û rêziknameya NY, norm û prensîbên navdewletî hatine binpêkirin.

Bi heman mijarî:

Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin
Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
Piştî operasyona li dijî Sûriyeyê dîmenên Esad hatin weşandin
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de