18:27 19 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkayê li ser sistêma moşekên Patriot kar dikin

    Pisporê rûsî: Amerîka her kêlî dikare Patriotên ku bifiroşe Tirkiyê bixe sergoyê hesinî

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê rûsî Korotçenko li ser pêşniyara Amerîkayê ku ji Tirkiyê re gotibû ji dêvla pergalên parastinê yên rûsî S-400î Patriotên amerîkî bistîne got ku kirîna Patriotan riskeke mezin e û lewra di nava van pergalan de nivîsbariyeke wiha heye ku dema ku pêwist bike dikare wê bixe sergoyê hesînî.

    Şefedîtorê Kovara Natsionalnaya Oborona (Berevaniya Netewî) Îgor Korotçenkoji axivî û diyar ku "Kirîna Patriotan riskeke mezin û lewra di nava van pergalan de nivîsbariyeke wiha heye ku dema ku pêwist kir dikare wê bixe sergoyê hesînî."

    Korotçenko, "Sererkaniya tirk û îstixbarata tirkî baş dizane ku Amerîka rêbazeke wiha dişopîne. Bo nimûnê dema li hemberî (Serokê berê yê Iraqê) Sedam Huseyn operasyon hat kirin. Welatên Rojavayê pergalên parastinê yên Iraqê ji dewrê derxistibûn. Çimkî di destê Huseyn de pergalên parastinê yên frensî hebûn û ew pergalên parastinê jî bi heman nivîsbariyê hatibûn arastekirin."

    ‘MEWZÛBEHS XWESERIYA TIRKIYÊ YE'

    "Têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê jî tevlihev in, têkiliyên wê yên bi NATOyê re jî wisa ne. (Serokomarê Tirkiyeyê) Erdogan di van mijaran de nikare bi benê Amerîkayê dakeve bîrê. Di warê pergalên parastinê yên hewayî de pêwistiya Erdoganî bi pergalên parastinê yên xweser heye. Zextên wiha ji bo xurtkieina pêvajoyê danustendina pergalên amerîkî ye."

    ‘S-400 DÊ DERFETE ERDOGAN KU EW BIBE SIYASETMEDAREKÎ SERBIXWE'

    Korotçenko wiha pê de çû, "Li Amerîkayê şirketên weke Lockheed û Martin Rayton pergalêne parastinê hildiberînin, dixwazin bazara Tirkiyê bixin bin kontola xwe. Lê S-400 dê derfete bide Erdogan ku bibe siyasetmedarekî serbixwe, ev yek derfetê bide ku vê planê têxe meriyetê. Ger Tirkyê S-400an bistînê dê girêdayî kesî nemîne. Bi dîtina min Serokomarê tirk dê serî li ber fişarên Amerîkayê netewîne. Çimkî ya mewzûbehs xweseriya Tirkiyê ye. Tirkiye bi bi kirîna S-400an dixwaze vê nîşan bide."

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Dixwazim bawer bikim ku Tirkiye rûn li agir nake
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    Pisporê leşkerî yê lraqî: Artêşa lraqê ji berê de pişta xwe bi çekên rûsî girêda ye
    Pisporê rûsî: Kurd hevkarên xurt yên Amerîkayê ne
    Etîketan:
    PAtriot, S-400, Recep Tayyip Erdogan, Îgor Korotçenkoji, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de