05:56 20 Nîsan 2018
    Îgor Konaşenkov

    Rûsya: Di destê me de delîl hene ku di provokasyona kîmyewî de destwerda Brîtanyayê heye

    Ministry press service оброны Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bedevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku li pişt provokasyona êrişa kîmyewî Brîtanya heye. Kanaşenkov anî ziman ku ji bo palpiştkirina îdiya êrişa kîmyewî li nexweşxaneyeke li navçeya Dumaya Xûtaya Rojhilat a girêdayî Şamê dîmen hatine tomarkirin.

    Konaşenkov derbarê rûdanên dawî yên li Sûriyeyê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got di organîzekirina provokasyona êrişa kîmyewî de Brîtanyayê rasterast cih girtiye û wiha pê de çû "di provokasyona navhatî de destwerdana rasterast a Brîtanyayê heye û di vî warî de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê xwedî delîl e."

    ‘LONDONÊ ZEXT LI XÛZEYÊN SPÎ KIR'

    Konaşenkov bal kişand ser ser wê yekê ku ji bo provokasyona ku berê hatibû amadekirin Londonê di 3 û 6ê Nîsanê de zext li Xûzeyên Spî kir.

    'BERSIVA KU DÊ ŞAM BIDE CEYŞ UL ÎSLAMÊ WEKE FERMANA BIKARANÎNA PROVOKASYONÊ DAN'

    Konaşenkov wiha axivî, "Di destê me agahiyên pêbawer hene ku di 3 û 6ê Nîsanê de Londonê ji bo sepandina provokasyona hatiye amadekirin li ser Xûzeyên Spî zext hatin kirin. Ji Xûzeyên Spî re gotin 3 û 6ê Nîsanê de Ceyşûl Îslam (Artêşa Îslamê) dê li hemberî şamê rêzeêrîşan pêk bîne û Xûzeyên Spî agahiyên ku dê Şam bersivê bide van êrîşan weke biryara sepandina provokasyonê fam kirin."

    ‘EV DIYARDE ÎRO MÎNA DELÎLAN IN'

    Konaşenkov destnîşan kir ku diyardeyên wiha îro mîna delîlan in. Rûsyayê di hemû astan de gelek caran anî ziman ku provokasyona êrişa kîmyewî hatiye amadekirin.

    ‘HERKESÎ FAM KIR KU ARMANCA PROVOKASYONÊ TEŞWÎQKIRINA ÊRIŞA AMERÎKAYÊ YE'

    Konaşenkov eşkere kir ku provokasyona di nava raya giştî ya navdewletî bûye sedema tevliheviyê hatiye amadekirin û di vî warê de di destê me deleke delîl hene, "herkesî fam kir ku armanca sereke yA provokasyona teşwîqkirina êrîşa moşekî ya Amerîkayê ye."

    ‘EM AMADE NE KU LI DÛMAYÊ TEMÎNATA EWLEHIYÊ BIDINE OPCWyê'

    Konaşenkov derbirî ku ew li Dûmayê ew amade ne ku ji bo lêkolînan Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) bergiriyên ewlehiyê bistînin.

    '63 HEZAR ŞÊNIYÊN XÛTAYA ROJHILATÎ VEGERIYANE MALÊN XWE'

    Konaşenkov derbarê rewşa mirovî ya li Xûtaya Rojhilat de jî agahî den û diyar kir ku operasyona mirovî ya leşkerên rûsî û birêveberên herêmî ber bi dawiyê ve diçe.

    Berpirsê rûsî da xuyakirin ku 63 hezar û 117 jê milîtan û 170.15 malbat tevî nas û xizmên xwe ji herêma şer hatine tehliyekirin û herwiha nêzî 63 hezar kes jî vegeriyane malên xwe.

     

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Brîtanyayê îdia kir ku Rûsya bi salan Skrîpalan şopandiye
    Pirsa Tirkiye, Rûsya û Îranê ji dîrektorê CIAyê hat kirin
    Rûsya: Di derbarê buyera Skrîpal de agahiyên taybet bi zanebûn tên parvekirin
    Rûsya: Em hêvî dikin ku li Sûriyê kes ji sînorê herî dawî derbas nebe
    Etîketan:
    Daxuyani, Provokasyon, Îgor Konaşenkov, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de