21:45 25 Gulan 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

Putin û Macron li ser rewşa Sûriyeyê axivîn

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina xwe ya bi riya telefonê de got, "Divê li Sûriyeyê ji çalakiyên baş nehatine fikirîn û metirsîdar dûr were sekinandin."

Kremlînê derbarê hevdîtina her du serokan de daxuyanî da û di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan ji bo rewşa xerab ya ku li ser îdiayên bikaranîna çeka kimyewî li Dûmayê pêk hatiye, nêrînên xwe bi hevdu re parve kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Vladimir Putin derbirî ku heta lêkolîneke berfireh û bêalî were temamkirin, divê bêyî delîl aliyek neyê tawanbarkirin."

Daxuyaniya Kremlînê wisa berdewam kir: "Ya herî girîng jî divê ji çalakiyên baş nehatine fikirîn û metirsîdar ên ku dibe encamên nehatine pêşbinîkirin jê peyda bibin, dûr were sekinandin."

Herwisa her du aliyan kêfxweşiya xwe ya li ser çûna pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ya li ser vexwendina hikûmeta Sûriyeyê anîn ziman.

Bi heman mijarî:

Medyaya Brîtanî: Mezintirîn koma şerî çû beravên Sûriyeyê
Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
'Li dijî êrîşa bi roket a terorîstan, bersiva artêşa Sûriyeyê'
‘Li Sûriyeyê nêzîkî baregehên rûsî 7 balafirên kifşê yên Amerîka hatin tespîtkirin'
Siyasetvanê frensî: Em biryara êrîşa li ser Sûriyeyê bidin, em ê berî we ranegihînin
Pisporê amerîkî: DYA li Sûriyeyê nakeve nava çalakiyên ku bi Rûsyayê re were hemberî hev
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Fransayê, Vladimir Putin, Emmanuel Macron, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de