04:58 21 Nîsan 2018
    Sergey Skripal

    Balyozxaneya Rûsyayê ya Londonê: Her labaratwara hevdem dikare Noviçokê senteze bike

    © REUTERS / Peter Nicholls
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Rûsyayê li Londonê derbarê bûyera ajanê rûs ê berê Sergey Skripal û qîza wî Yûliyayê de raportek weşand û tê de teqez kir ku madeya Noviçok(A-234) ya di jehrîkirina Skrîpalan de hatiye bikaranîn dikare were sentezekirin.

    Di raportê de hat gotin ku " gava lîteratûra zanistî ya berfireh tê nirxandin, em bi awayekî ji xwe bawer dikarin bibejin ku her labaratwareke kîmyayê ya hevdem dikare madeya Noviçokê senteze bike".

    "PÛTÎN POLÎTÎKAYA JINAVBIRINA XAYINAN NAMEŞÎNE"

    Balyozî bi bîr anî ku rasterast wî sala 2010an ew îdîa red kiribûn ên ku dibêjin Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn polîtîkaya jinavbirina xayinan dimeşîne.

    Brîtanyayê Rûsya tawanbar kir ku sedema wê heye ku Skripalî bikuje. Balyozî bersiva vê tawanbarkirinê da û got, "brîtaniyan daxuyaniyeke Pûtînî ya sala 2010an(wê çaxê serokwezîrê bû) girtibû ku wî gotibû, 'xayin dê bi xwe ji nav biçin'. Ew bi xwe Pûtînî di wê roportajê de meşandina polîtîkaya jinavbirina xayinan red kiribû.

    NE RÛSYA NE JÎ YKSSÊ MADEYEKE BI NAVÊ NOVÎÇOKÊ ÇÊKIRIYE

    Ji aliyê din ve, balyozî bal kişand ser wê yekê ku birêveberiya Londonê rave nekiriye bê "Rûsyayê Noviçok bi pêş de xistiye" tê çi wateyê.

    Balyozî got "Brîtayaya ku dibêje Rûsyayê Noviçok bi pêş de xistiye, rave nekir bê ev tê çi wateyê. Rûsya û Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst(YKSS) ti carî madeyeke bi navê Noviçokê bi pêş de nexistiye" û wiha dewam kir: "Peyva Noviçok ji aliyê welatên rojavayî ve hat çêkirin da ku çend madeyên kîmyewî yên li welatên Rojava hatine bipêşdexistin pênase bikin ku ew made bi saya wan agahiyan hatibû çêkirin ên ji lêkolînerên rûs ên di orta salên 1990î de koçber bûbûn hatibûn bidestixistin. Israra brîtaniyan li ser bikaranîna peyva Noviçokê ji wê sedemê tê ku vê madeyê bi Rûsyayê ve girêdin."

    Bi heman mijarî:

    Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Soveyt, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de