06:30 27 Gulan 2018
Telegram-

Dadgehê li Rûsyayê biryara astengkirina Telegramê da

© Sputnik / Natalia Seliverstova
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Rûsyayê ya Taganskiye ya herêma Moskowê daxwaza Saziya Kontrolkirina Pêwendiyên Gireseyî û Teknolojiya Agahiyan a Federal a Rûsyayê (Roskomnadzor) ya astengkirina sepana peyaman a bi navê Telegramê pesend kir. Biryar hat dayîn ku zûtirîn dem Telegramê were astengkirin.

medyaya civakî-sosyal medya-facebook-twitter-instagram-youtube-whatsapp-telegram
© Sputnik / Mevlut Oguz
Dadgeha Taganskiyê daxwaza Roskomnadzorê ya astengkirina Telegramê pesend kir. Dadgehê biryar da ku di zûtirîn dem de gihiştina bo sepanê bê astengkirin.

Berdevka Roskomnadzorê Mariya Smelyanskayayê di daniştina dadgehê de go ku kiryarên birêveberên Telegramê berjewendiyên Rûsya û welatiyên wê tehdîd dike.

FSBê ji bo eşkerekirina çalakiyên terorê yên li Rûsyayê tên plankirin kilîlên şifrekirinê ji birêveberiya Telegramê xwestibûn ku terorîst gelekî wê sepanê bi kar tînin.

Piştî ku şirketê ew daxwaz red kiribû û li ser vê jî Roskomnadzorê di 6ê Nîsanê de li dadgehê daxwaz kiribû ku gihiştina bi wê sepanê were astengkirin.

Sizayeke bi qasî 13.600 dolarî li Telegramê hatibû birîn ji ber ku daxwaza dadgehê ya bidestxistina peyamên terorîstên di êrîşa metroya Petersburgê de ya berfanbara 2017an red kiribû.

Li St. Petersburgê di 3ê Nîsana 2017an de dema ku trênek bi rê ve diçû, teqînekê rûdabû û di encamê de 16 kes miribûn û bi dehan birîndar bûbûn.

Bi heman mijarî:

'Pêvajoya ji bo îadekirina Gulen êdî Rûsyayê jî eleqeder dike'
Kremlîn: Bêbingehiya tawanbariyên dînoke yên ser Rûsyayê tê piştrastkirin
Wezareta brîtanî li xwe mikûr hat: Tawanbariyên li dijî Rûsyayê xwe dispêrine texmînan
Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
Dîplomatên amerîkî ku Rûsyayê dersînor kirin ji balyozxaneyê veqetiyan
Etîketan:
Roskomnadzor, Telegram, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de